Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurdên Azeraycanê: Başûrê Kurdistanê mala kurdan e û divê em wek çavên xwe wê biparêzin

Hewlêr-KDP.info- Kurdên Azerbaycanê dibêjin, Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) karîne doza Kurd bigihînin hemû cîhanê û gerek her kurdek li her cihekî be pişta Herêma Kurdistanê bigre ji ber ku ev herêm mala hemû Kurdan e.

Kurdê bajarê Baku yê Azerbaycanê Tahir Silêman ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Azerbaycanê em bi çand û kulturê xwe ve girêdayî ne û em dixwazin wek Serok Barzanî pêşmergeyê Kurdistanê bin. Xelkê me bi çavekî mezin li Herêma Kurdistanê dinerin.”

Tahir Silêman wiha got jî: “Divê her kurdek li cîhanê piştevaniya Herêma Kurdistanê bike, her kurdekî dilsoz gerek piştevanê doza Kurdistanê be, ji ber ku niha Serok Barzanî û PDK dixwazin ev herêm parastî be û her kurdek li her cihekî duyayê serfiraze. Serok Barzanî li ser rê û rêbaza pîroz a Barzanî jiyana xwe xist xizmeta gelê Kurd.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Navenda Çanda Kurdî “Ronahî” Zabit Mamadov got: “Serok Barzanî lêveger û rêberê gelê Kurd e ku li ser asta cîhanê ji bo mafên gelê Kurd kar dike û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser heman rêbaz û bîr û baweriyê kar dike. Nêçîrvan Barzanî dema ku hat Azerbaycanê bi siyaseta xwe ya hekîm karî doza Kurdî bigihîne gelê Azerbaycanê.”

Mamadov ji malpera KDP.info re got: “Kurdên Azerbaycanê bi hêvî ne ku carekê Serok Barzanî bibînin. Li Azerbaycanê piştgiriyeke mezin ji Herêma Kurdistanê re heye, ji ber ku Herêma Kurdistanê mala kurdan e û divê em wek çavên xwe wê biparêzin.”

Herwiha got: “Tişta ku em pê serbilind in ew e ku Hewlêr bûye paytexta dîplomatîk a navçeyê, ku di dîrokê de tiştekî mezin e. Gelek kes hebûn ku demekê dixwestin kurdan tune bikin, niha jî dibînin ku Kurd siyasetê dikin û welatê xwe ava dikin.”