Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo şanda PSKê: Hêvîdar im çareseriyeke aştiyane ji bo xebata gelê Kurd li Tirkiyê were dîtin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Çarşema 13ê Îlona 2023an, pêşwazî li şandeke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi serokatiya Serokê Partiya Sosyalîst Bayram Bozyel kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya navçeyê û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kurteyek li ser rewşa aliyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyê pêşkêş kir.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdî kir û hêvî xwast ku çareseriyeke aştiyane û dûr ji tundiyê ji bo xebata gelê Kurd li Tirkiyê were dîtin.