Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Kerkûkê bi cîbicîkirina yasa û destûrê heye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rewşa ewlekariya Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, pêwîstiya bajêr bi cîbicîkirina yasa û destûrê heye û bi ti awayî pêwîstî bi karên neyasayî yên zêdetir nîne.

Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Girtina rêya Hewlêr-Kerkûkê di 6 rojên borî de neyasayî bû, mixabin heta niha jî ev kiryara neyasayî ji aliyê rêveberiya Kerkûkê ve nehatiye rakirin! Kerkûk pêwîstiya wê bi cîbicîkirina yasa û destûrê heye û bi ti awayî pêwîstî bi karên neyasayî yên zêdetir nîne.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Piştî ku îdareya Kerkûkê bi ti awayî dawî bi karî neanî ku bandor li ser jiyana rûniştvanên bajarê bi giştî dikir, lê mixabin bi tundî bersiva wan hate dayîn û gencek şehîd bû û çend kes jî birîndar bûn.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Di dema ku em bi nîgeraniyeke mezin li van aloziyên ewlehiyê dinêrin û rewşê ji nêz ve dişopînin, em bi tundî gulebarankirin û destdirêjahiya bi çekan li dijî xwepêşanderên sivîl şermezar dikin. Çêkirina aloziyan û têkdana ewlehiyê li Kerkûkê, metirsiyeke cidî li ser pêkvejiyan, ewlehî û aramiyê çêdike.”

Herwiha got: “Pêwîst e aliyên peywendîdar ên hikûmeta Iraqa Federal demildest tedbîrên pêwîst werbigirin û erkê hêzên ewlehiyê ye ku bê cudahî ewlehiya hemû pêkhateyên Kerkûkê biparêzin û kesên teqe kirine rûbirûyê yasayê bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Berpirsiyariya hemû aliyane ku aramî û ewlehiyê biparêzin û bi ti egerekê rê nedin rewşa ewlekariya Kerkûk û parêzgehê aloz bibe. Divê her kes xwe bigire, rê bên vekirin û aramî û jiyana asayî ji bo welatiyên Kerkûkê vegere.”