Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bi fermana Nêçîrvan Barzanî heya yek Kurdê Êzîdî revandî mabe dê hewlên rizgarkirinê berdewam bin

Şingal-KDP.info- Berpirsê ofîsa rizgarkirina Kurdên Êzîdî ji destê DAIŞê ragihand: “Li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî emê berdewam bin li ser rizgarkirina Kurdên Êzîdî ji destê DAIŞê heya ku yek revandî jî hebe. Nêzîkî 2,600 kes mane ku ew jî bêne rizgarkirin.”

Husên Qaidî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ofîsa me li ser proseya rizgarkirina Kurdên Êzîdî ji destê DAIŞê berdewam e, heya niha me 3 hezar û 570 kes rizgar kirine û nêzîkî 2 hezar û 600 kes jî di destê DAIŞê de mane. Serokê Herêma Kurdistanê ferman daye, heya ku yek Kurdê Êzîdî di destê DAIŞê de bimîne, karê ofîsa me berdewam dibe.”

Qaidî wiha got: “Berê me rojane xelkê rizgar dikirin, lê niha ji ber ku êdî DAIŞ li Mûsilê û navçeyê nemaye û cihê wan ne diyar e, kêm tên rizgarkirin, lê Serokê Herêma Kurdistanê tekez kiriye, ku divê em berdewam li ser rizgarkirina wan heya ku yek yek mabe.”