Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Balyoza Swêdê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 5.6.2023 pêşwazî li Balyoza Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan pêşxistina pêwendiyên di navbera xwe de gotûbêj kirin.

Herdu aliyan rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê de gotûbêj kirin.

Di derbarê pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de jî, Mesrûr Barzanî û Balyozê Swêdê tekezî li ser giringî û pêwîstiya rêzgirtin li rêkeftinên di navbera her du aliyan de û dabînkirina mafên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê kirin.

Di mijareke din a civînê de, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û giringiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoyê hate gotûbêjkirin.

Di vê derbarê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, divê hilbijartin îsal di dema xwe de bên kirin.

Balyoza Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom got, tevî pirsgirêk û astengiyan, lê bi kêfxweşî proseya avedankirin û geşepêdana Herêma Kurdistanê û Hewlêrê bi taybetî berdewam e.

Mijareke din a civînê jî, taybet bû bi pêşxistina rewşa jinan li Kurdistanê û giringiya dabînkirina derfetên wekhev ji bo jinan di warên curbicur de.