Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bang li aliyê siyasî kir: Bicivin û pirsgirêkan çareser bikin

Barzan-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de bang li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku beriya 18ê Gulanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, civîneke berfireh lidar bixin.

Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de gotarek pêşkêş kir û tê de bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî kir ku rûpeleke nû vekin û civîneke berfireh û berî 18ê vê mehê civîneke berfireh lidar bixin û hemû pirsgirêkan gotûbêj bikin û çareseriyan jê re bibînin.

Her di çarçoveya wê bangewaziyê de jî, Serok Barzanî got: Berî vê civînê ez daxwazê ji herdu polîtboruyên PDK û YNKê dikim ku bicivin û nakokiyan nehêlin û atmosfereke guncaw bo civîna berfireh peyda bikin

Serok Mesûd Barzanî derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de got, îradeyek bihêz heye ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de.

Her wiha Serok Barzanî spasiya Serokwezîrê Iraqê jî kir ku ji bo cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de piştevanî kiriye.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de kurteyek ji dîroka Barzanîyan pêşkêş kir û got ku li ser Barzan gelek hatiye nivîsandin û gotin, lê dijminan rastî nivîsandin û berovajîkirinê kirine. Lê arşîvên gelek welatan nîşan didin ku tiştê li Barzan derketiye hole, tevgereke rizgariya demokratîk e û bandora wê ya mezin jî hebû.

Serok Mesûd Barzanî got, tekiya Barzan di sedsala 9'an a hicrî de ji aliyê bapîrê mezin ê Barzaniyan (Teceddîn) ve hatiye avakirin û di heman demê de li kêleka tekiyê, dibistanek ji bo feqeyan hat avakirin. Got: “Ew bi xwe zanayekî pir zana bû, tekiya û dibistan ji aliyê xelkê Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin û heta koça wî ya dawî berdewam kir. Piştre tekiya û dibistan radestî Şêx Ebdulselamê Yekem hate kirin, ew jî şareza û zana bû. Wî dest bi danîna zemînek ji bo çaksaziyên civakî kir, lê mirinê rê li ber wî girt û di sala 1872an de koça dawiyê kir.

Piştî wefata Şêx Ebdulselamê Yekem, kurê wî Şêx Mihemed cihê wî girt. Serok Barzanî eşkere kir, Şêx Mihemed kesekî gelek zahid û xwedanas bû û bi ayîn û îlahdariyê mijûl bû, lê bandora wî gelek mezin bû. Di wê serdemê de rayedarên Qsmanî ew wek tehdîd dîtin û şer pê firotin, ji ber wê jî ew girtin û birin zîndana Badlîsê û 2 salan li wir ma û dema hat berdan, di sala 1903an de canê xwe ji dest da.

Serok Barzanî dibêje, piştî Şêx Mihemed, kurê wî Şêx Ebdulselamê Duyem rêbertiya wê terîqetê dike, ku ji serdema Şêx Teceddîn ve terîqeta Neqşbendî hilbijartiye.

Got jî: Şêx Ebdilselamê Duyem, her çend e temenê wî kurt bû jî, lê berhemdar bû, şoreşeke mezin da destpêkirin, belkî 100 sal ji dema xwe pêştir bû. Serok Barzanî derbarê Şêx Ebdulselamê Duyem de got, wî çaksaziyên bingehîn kirin û rêbaza Barzanî da nasîn.