Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Min herdem xwestiye ku ciwanên me pişta xwe bi şiyanên xwe ve girê bidin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew her dixwaze ciwanên Kurdistanê pişta xwe bi xwe û bi şiyanên xwe ve girê bidin û ew jî wek hikûmet piştevanê wan dibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê di beşdariya 6emîn eventa TEDx Niştiman de ragihand, îsal gelek kes beşdarî vê eventê bûne, ev jî wê yekê nîşan dide ku ruhiyeta dahênan û dirustkirinê li cem ciwanên me çend e ku ev hêviya me ya bi salan e.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Min her dem xwestiye ciwanên me pişta xwe bi xwe û şiyanên xwe ve girê bidin, derfetên kar ji bo xwe û kesên din pêk bînin, tiştê ku em ê jî bikin, wek hikûmet em ê piştevanê wan bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li rêkxerên vê eventê kir û got: “Ez hêvî dikim sal bi sal serkeftîtir bin û evetên baştir bikin û bigihin hemû hêviyên xwe.”