Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 13.9.2022 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Qeterê li Iraqê Xalid Bin Hemed El-Silêtî kir.
Di civînê de pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Qeterê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî, hewlên vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê di pêşerojê de, derfetên veberhênana Qeterê li Herêma Kurdistanê û amadekariyên Qeterê ji bo Kûpaya Cîhanî ya 2022, hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekez kirin li ser daxwaza Qeter û Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan û hevkariya hevbeş di navbera xwe de û peydakirina şert û mercên guncaw ji bo sermayeguzariya Qeterê di sektorên cuda yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de, û herwiha behsa giringiya geştên asmanî yên rasterast ji qeterê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.
Herdu aliyan herwiha li ser giringiya seqamgîrî û aramiya siyasî li Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û navçeyê û çend mijarên din ên berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.