Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Nûnerê Putîn: Ji ber pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê em nîgeran in

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, Mîxayîl Bogandov kir û di wê hevdîtinê de, rewşa Sûriyê jî hat axaftin û Serok Barzanî nîgeranî û nerînên xwe li ser rewşa gelê Kurd li Sûriyê gihand şanda mêvan.

Serok Barzanî îro Çarşema 1.12.2021 li Selahedîn pêşwazî li cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, Mîxayîl Boganov û şanda pê re kir.

Di civînê de Bogdanov silav serokê Rûsya Vlademîr Putîn û wezîrê derve yê wî welatî Sergey Lavrov gihand Serok Barzanî û têkestî li girîng û qîmeta pêgeha gelê Kurdistanê û rola Herêma Kurdistanê li Iraq û Rojhilata Navîn kir û ev jî got ku li ba Rûsya, Herêma Kurdistanê xwedan roleka mezin e li IrAQ û faktora aramiyê ye.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên giştî yên Iraqê jî hat kirin.

Di beşeka din ya civînê de behsa gefên terorê hat kirin û herdu alî li ser vê yekê hevnerîn bûn ku divê sebebên derketina terorê bên nehiştin.

Rewşa Sûriyê jî di civînê de hat axaftin. Serok Barzanî nîgeranî û nerînên xwe li ser pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê gihand şanda mêvan.

Di dawiyê de cîgirê wezîrê derve yê Rûsya behsa pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û gelê Rûsya kir û rola dîrokî ya malbata Barzanî di pêşxistina wan pêwendiyan de bilind nirxand û daxwaz kir pêwendiyên welatê wî bi Herêma Kurdistanê re zêdetir pêş bikevin.