Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di roja duyemîn a serdana xwe ya Bexdayê de li Koşka Selamê bi Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiya.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, girîngiya parastina aramiyê, teşwîqkirina biêşxistina sektora aborî û xizmetguzariyan, piştevaniya bernameya hikûmeta federal û diyalog û hevahengiya Hewlêr û Bexdayê hatin nîqaşkirin.
Nêçîrvan Barzanî û Reşîd tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û serkeftina diyalogê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên kirin.
Di hevdîtinê de serdana Serokwezîrê Iraqê ya Amerîkayê û serdana Serokomarê Tirkiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê û encamên van serdanan hatin nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku Herêma Kurdistanê amade ye li ser esasê destûr pirsgirêkên xwe yên li gel Bexdayê çareser bike.
Reşîd jî herwiha bal kişand ser girîngiya berdewamiya danûstandinên hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Nêçîrvan Barzanî û Reşîd êrişa li Qada Gazê Kormorê ya navçeya Çemçemala Silêmaniyê bi tundî şermezar kirin. Herdu aliyan ew êriş wekî metirsiyeke li ser serwerî û aramiya Iraqê dîtin.