Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî rewşa siyasî ya Îraqê gotûbêj kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye û bi berpirsên Îraqê re dicive. Nêçîrvan Barzanî destpêkê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Nêrçîrvan Barzanî bi serokê berê yê Parlamentoya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Teqedûmê Mihemed Helbûsî re civiya.
Herdu aliyan behsa rewşa dawî ya siyasî ya Iraqê kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî herwiha hewlên ji bo hilbijartina serokê nû ya parlamentoya Iraqê gotûbêj kirin.
Ji bilî vê yekê Nêçîrvan Barzanî û Helbûsê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, danûstandinên ji bo çareserkirina pirsgirêkan nirxandin.