Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand, “Ez êrîşa teroristî ya li ser Kormorê bi tundî şermezar dikim”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şevêdî Îna 26.04.2024 di derheqa êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê ya Gazê de peyamek belav kir û tê de ragehand, “Ez êrîşa teroristî ya îşev a li ser Kormorê bi tundî şermezar dikim. Ez serexweşiyê li kesûkarên wan her çar welatiyên sivîl dikim ên ku canê xwe ji dest daye, daxwaza çareseriyeke bilez jî ji bo birîndaran dikim. Min Wezareta Tendirustiyê raspartiye ku hemî alîkarî û piştevaniyên pêdivî pêşkêş bikin”.
Tekesta peyama Mesrûr Barzanî:
“Ez êrîşa teroristî ya îşev a li ser Kormorê bi tundî şermezar dikim. Ez serexweşiyê li kesûkarên wan her çar welatiyên sivîl dikim ên ku canê xwe ji dest daye, daxwaza çarebûneke bilez jî ji bo birîndaran dikim. Min Wezareta Tendirustiyê raspartiye k uku hemî alîkarî û piştevaniyên pêdivî pêşkêş bikin.
Ez daxwazê ji Hikûmeta Federalî dikim ku bi awayekî cidî vekolînê bike û lêpirsînê bi bikeran re bike û piştrastiyê bide xelkê Herêma Kurdistanê. li dû zanyarên destpêkî, ev êrîş ji devereke nêzîk ji nav axa Iraqê tên kirin.
Em li benda rêkarên bilez ên Bexdayê ne, ji bo ku rêyê nede ku ev êrîş ji me re bibin gef. Divê wan komên çekdar ên neqanûnî kontirol bike ku zirarê digehînin me tevan.
Êrîşkirina li ser navendên enerjiyê ku karebê didin bi milyonan malan li Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê çi behane nînin. Herwesa bizavên Hewlêr û Bexdayê ji bo pêşxistina kertê enerjiyê jî têk didin. Ev êrîş berdewam tên dubarekirin û wekî tawana şerî tên hesibandin.
Em amade ne bi Bexdayê re hevahengiyê bikin ji bo ku sinorek ji bo van êrîşan bê danan”