Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de êrişa li ser Kormorê şermezar kir.
Duh saet di 18.45an de bi dronêke bombebarkiriê êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Silêmaniyê hat kirin.
Di êrişê de 4 xebatkaran canê xwe ji dest dabû û 2 kes jî birîndar bûbûn.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Ez êrîşa firokeyên bêfirokevan ya li ser zeviya gazê ya Kormorê li navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê bi tundî şermezar dikim ku, ji bo egera birîn û kêmbûna berhemanîna elektrîkê û jikarketina wê wêstgehê êrîş kiribûn. Mixabin di encamê vê êrîşê da çend kesek şehîd û birîndar bûn.
Di demekê da ku, ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan ra dixwazim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dikim, ez dupat dikim ku ev êrîş aramiya welat dixe di bin metirsiyê da û divê aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Federal ya Iraqê erkên xwe pêk bîne da ku pêşî li van êrîşan bigre û tawanbarên wan, ji kîjan alî be bila bibe, bibîne û li gorî qanûnê bêne sizakirin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê”