Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 13 MAY 2024 03:03 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike
| KDP.info


Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

Ozçelîk ji malpera KDP.info re got: “Amerîka dixwaze pêwendiyên Iraq û Tirkiyê di asteke baş de bin. Vegera Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ji Amerîkayê û biryara Erdogan ku di Gulana bê de serdana Amerîkayê bike gavên gelekî baş in.”
Ozçelîk wiha got: “Ev pêwendiyên dîplomatîk dê berdewam bin. Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê gaveke girîng e ji ber ku Herêma Kurdistanê rastiyek û statuyeke destûrî ye û Tirkiye dixwaze vê pêwendiyê xurt bike.”
Mustafa Ozçelîk wiha domand: “Pêwîst e Tirkiye çalakiyên xwe yên leşkerî li herêmên Kurdan rawestîne û PKK jî xwe dûr bixe. Ger pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye nikare siyaseta xwe bidomîne. Tirkiye bi xwe jî vê yekê dizane.”




Nûçeyên din

Parlamenterê Gurcistanê: Serxwebûna Kurd û Kurdistanê bi PDK û Barzanî ve girêdayî ye

SUNDAY, 12 MAY 2024 23:05:41

Gurcistan-KDP.info- Endamekî Parlamentoya Gurcistanê dibêje, serxwebûna Kurd û Kurdistanê bi PDK û Barzanî ve girêdayî ye. Herwiha got, Barzaniyê nemir hemû jiyana xwe di ber Kurd û Kurdistanê de da.

 
Mesrûr Barzanî: Giring e em bizanin çawa rûbirûyî metirsiyên guhertinên seqayî bibin

SUNDAY, 12 MAY 2024 23:05:35

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Tiştê giring niha ew e ku em çawa rûbirûyî metirsiyên guhertinên seqayî bibin ku eger çareseriyên guncayî nebin, metirsiyan ji bo welatiyan û deverê jî çê dikin”.

 
Serok Barzanî û Serokomarê Iraqê rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

SUNDAY, 12 MAY 2024 23:05:03

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kirin.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokkomarê Iraqê kir

SUNDAY, 12 MAY 2024 15:05:27

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Iraqê tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser binemaya destûr û rêkeftinan kirin.

 
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser rûbirûbûna metirsiyên guhertina av û hewayê dike

SUNDAY, 12 MAY 2024 15:05:14

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, danê sibê yekşemê 12.05.2024ê li bajarê Hewlêrê, beşdariya konferansa (Guhertina avûhewayê û bandorên wê li ser Iraqê) kir. Di konferensê da birêzan; Dr. Letîf Cemal Reşîd Serokomarê Iraqa Federal, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirs, akademîsyen, lêkolîner û mêvanên navxwe û derveyî welat amade bûn.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact