Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 12 MAY 2024 18:55 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Em Qencên Xwe Jibîr Nakin: Hemza Begê Miksî
| KDP.info


Konê Reş

Di roja 05.04.2024an de, (66) sal di ser koçkirina lehengê kurd (Hemza Begê Miksî) re derbas bû. Werin em wî bibîr bînin.. Ku ez û te wî bibîr neynin ma wê kî wî bibîr bîne?! Di baweriya min de, yê ku li kevnê xwe nepirse û di ser guhan re bavêje, zor e ku karibe tiştekî nû û çak ji civaka xwe re pêşkêş bike.. Em lehengên xwe jibîr nakin..


Di destpêka sala 1918an de Hemza Beg Miksî û Memdûh Selîm Wanlî li Stenbolê yekemîn rojnameya Kurd/ Tirkî bi navê (JÎN), weşandine.. Di destpêka çerxa 20an de, ew yek ji pêşengên rewşenîrên kurdan bû li Stenbolê.. Di sala 1946an de rêveberiya yekemîn dibistana fermî di parêzgeha Hesekî de kiriye.. Roja îro gora wî li gundê Dugirê, nêzîkî Qamişlo ye.. Dema ku di roja 05/04/1958an de koça dawî kir, helbestvanê mezin (Hejarê Mukiryanî), yê ku wê salê wek penaber li Tirbespiyê bû, ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsandiye:


Mamoste Hemza Beg!

Rehberê fidakar!

Pir kes ji xew te kirine hişyar

Raze bi xoşî bes menale

Peyman elê me ew hewale

Rojî ku welat bijî bibînim

Ez mijde bi xo bo te bînim.


Min bihîst ku dostaniya wî û mamoste Enîs Hina Midêwayî/ 1926, xwediyê yekemîn pirtûkxaneyê li Qamişlo bi hev re hebû, ji bo bêtir pêzanînan li dor vê yekê, min xwe bi mamoste Enîs Hina ve gîhand û çend pirs li dor Hemza Begê Miksî jê kirin.


Wî ji min re wiha got: (Hemza Beg dostê bavê min bû, hêj li Antakyayê an Hatayê bûn hev nas dikirin.. Min jî di rêka bavê xwe re, ew naskir û dostaniya me bi hev re dirêj kir ta ku çû rehmetê.. Di sala 1946an de, dema ku Sûriyê serxwebûna xwe ji Fransiyan stand, hingê Wezareta Mearifa li Şamê, Mifetişiyek Mearifa li parêzgeha Hesekê di bin çavdêriya Memdûh Selîm Wanlî de vekir.. Ew yekemîn car bû di dîroka parêzgehê de ku tiştekî wiha ji bo ilm û zanînê li Cizîrê vedibe.. Hingî Memdûh Selîm ji bo wan kesên ku qonaxa seretayî bi dawî anîne, dibistanek amadeyî li Hesekê, di bin rêveberiya Hemza Begê Miksî de vekir, anku Hemza Beg rêveberê yekemîn dibistana fermî bû di parêzgeha Hesekê de û Memdûh Selîm Wanlî Mifetişê Mearifê bû di parêzgeha Hesekê de).

Gazinek ji tevgera siyasî û rewşenbî; ta niha min nebihîstiye kesî ji wan serdana gora vî lehengê kurd kiriye..! Tevî ku gora wî li gundê Dugirê ye, di bin guhê wan de ye..! Bi tenê Ji berî çend salan ve partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), gora Hemza Beg restore kiriye.. Ez jî, ji dil pasiya wan dikim û di serê wan de nivîskar Newaf Bişar Abdullah.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokkomarê Iraqê kir

SUNDAY, 12 MAY 2024 15:05:27

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Iraqê tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser binemaya destûr û rêkeftinan kirin.

 
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser rûbirûbûna metirsiyên guhertina av û hewayê dike

SUNDAY, 12 MAY 2024 15:05:14

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, danê sibê yekşemê 12.05.2024ê li bajarê Hewlêrê, beşdariya konferansa (Guhertina avûhewayê û bandorên wê li ser Iraqê) kir. Di konferensê da birêzan; Dr. Letîf Cemal Reşîd Serokomarê Iraqa Federal, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirs, akademîsyen, lêkolîner û mêvanên navxwe û derveyî welat amade bûn.

 
Nêçîrvan Barzanî pîrozahî li Navenda Laleş kir

SUNDAY, 12 MAY 2024 15:05:12

Hewlêr-KDP.info- Îro salvegera 31ê ya avakirina Navenda Rewşenbîriyê ya Laleşê ye  û Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li wan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî û Wezareta Derve ya Amerîka rewşa Şingal û Êzîdiyan gotûbêj kirin

THURSDAY, 09 MAY 2024 17:05:06

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Pêncşema 09.05.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Ezra Ziya Birîkara Wezareta Derve ya Amerîkayê ya ji bo karûbarên asayîşa sivîl, demokrasî û mafên mirovan kir.

 
Wezareta Derve ya Amerîka: Kurdistan hevpeymana me ya stratejîk e

THURSDAY, 09 MAY 2024 17:05:40

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Gulanê pêşwazî li Birîkara Wezareta Derve ya Amerîka bo Karûbarên Ewlekariya Sivîl, Demokrasî û Mafên Mirovan Ezra Ziya kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact