Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 25 SEP 2026 00:15 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir:

Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Di 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rêzdar serok û endamên mekteba cîbicîkar, serkirdayetî û hemû mamoste û zanayên ola pîroz a Îslamê li Herêma Kurdistanê dikim, hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.

Dîroka xebata zanayên olî û yekîtiya wan di qonaxa xebata rizgarîxwaziyê û di serdema şoreşê de, mil bi milê pêşmerge û lawên gelê me, bi rûmet û rêzeke mezin dinirxînim. Di vê bîranîna bi rûmet de, silav û rêz ji bo giyanê pak ê şehîdên zanayên olî û hemû şehîdên riya azadiya Kurdistanê dişînim ku canê xwe bi navê niştiman de bexşîne.

Mamosteyên hêja yên olî, herdem stûna parastina nirxên mirovî û niştimanî bûne û roleke bilind dilîzin di cîgirkirina nermrewiyê, lêborînê û pêkvejiyana di navbera pêkhateyan de, herwiha di têkoşîna li dijî tundrewiyê û parastina aştiya civakî de. Her di vê bîranînê de tekez dikim ku Kurdistan wekî herdem dê wekî landika pêkvejiyana aştiyane bimîne.



Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/09/2026




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke Senatoya Fransî kir

TUESDAY, 22 SEPTEMBER 2026 19:09:36

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê 22ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke Senatoya Fransî kir ku ji rêzdar Rémi Féraud senatorê herêma Parîsê û rêzdar Olivier Bitz senatorê herêma Orne pêk hatibû.

Serokê Herêma Kurdistanê: Yekxistina Pêşmerge, destpêka qonaxeke nû ye

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 16:09:06

Hewlêr-KDP.info: Berî nîvroya îro Duşem 21/09/2026, bi amadebûna rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û her yek ji rêzdaran Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Cîgirê Serokê Hikûmetê, Ferîqê Yekem Rukin Ebdulemîr El-Şemmerî, Rêveberê Nivîsîngeha Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê û Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û hejmarek ji fermandeyên Pêşmerge û nûnerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê rêwresma ragihandina yekxistina hêza Pêşmerge bi rê ve çû.

 

Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 14:09:51

Hewlêr-KDP.info: îro 21ê Îlona 2026an,  Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola dîrokî ya mamosteyên olî di xebat û şoreşa gelê Kurdistanê de bilind nirxand.

 
Mesrûr Barzanî: Îro ji bo Kurdistan û Pêşmerge rojeke dîrokî ye

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 13:09:42

Hewlêr-KDP.info: îro 21ê Îlona 2026an,  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma fermî ya ragihandina yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku îro rojeke dîrokî ye û soza ku dane miletê kurd, bi serkeftî bicih hatiye.

 
Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê kir

SUNDAY, 20 SEPTEMBER 2026 22:09:42

Hewlêr-KDP.info: îro Yekşem 20/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Balyoz Emmanuel Mignot, Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact