Hewlêr-KDP.info:Sererşîtîya Giştî ya Rewenda Kurdistanê, bi boneya cejnê Newrozê, silav û pîrozbaîyên Serok Barzanî gîhandin Serokê Parlamentê û endamên Parlamentoya Brîtanîyayê û çend wezîrên wî welatî.
Ji bo duyemîn sal, Lîndsî Ham, Serokê Parlamentoya Brîtanîyayê, li malê xwe bi amadeîya Şîfa Barzanî, sererşîtîya Rewenda Kurdistanê û gelek wezîr û endamên Parlamentoya Brîtanî û berpirsên partîyên Kurdî û hejmareke ji Rewenda Kurdistanê, merasîmekê ji bo cejna Newrozê organîze kir.
Di merasîmê de, Şîfa Barzanî, pîrozbaîyî û silavên Serok Barzanî bi boneya cejna Newrozê gîhande amadebûyên merasîmê, dubare kir ku Newroz ji bo Kurdan tenê cejn nîne, lê nîşana nûbûnê ye, wateya serkeftinê ye li ser zulm û zordarîyê, wek serkeftina ronahîyê ye li ser tarîtîyê.
Di beşeke din ya axaftinên xwe de, sererşîtîya Rewenda Kurdistanê, îşaret bi rewşa Rojhilata Navîn û pirsa Kurdî di wê çarçoveyê de kir, daxwaz kir wek çawa Brîtanîya di Newrozê de hevbeşê şahîyên wan dike, piştgirîya Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê jî bike ji bo gîhîştina mafên wan ên rewa û cîbecîkirina mafên wan di destûrên wan welatan de ku ew parve kirine.