Hewlêr-KDP.info: îro ( Sêşem, 25.03.2025) Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya fermî ji bo Qeterê de, li Dewheyê bi Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Enerjiyê yê Qeterê Seid bin Şirîde Kabî re civiya.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Di wê civînê de danûstandin li ser bihêzkirin û berdewamkirina peywendiyên dualî yên Herêma Kurdistanê û Qeterê di warê enerjiyê de hatin kirin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî bi serdan û vexwandineke fermî gehişt Dewheya paytexta Qeterê.