Hewlêr-KDP.info: Îro Duşem, 24ê Adara 2025an, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serdanekî û vexwendineke fermî gihîşte Dewhayê, paytexta Qeterê û di gel gihîştina xwe de ligel Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Dewleta Qeterê civiya.
Di civînê de, li gel guftûgo kirina dawî pêşhat û guhertinên Iraq û herêmê, wan fikir û ramanên xwe jî derbarê xurtkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Qeterê de guhertin.