Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 31 MAR 2025 22:04 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Newrozeke ji bo Rabûn û vejîna Gelê Kurdistanê
| KDP.info


Dr. Saman Soranî

Tevî ku Newroz beşeke danebir e ji mîrat û çanda gelê kurd û derfeteke ji bo nûbûn û guherîn û bi dilgermî nêrîna li pêşerojeke çêtir, dîroka me amaje bi wê yekê dike ku Newroz bi wateyeke azadî û têkoşîna li dijî zilm û zordarî û hewldana ji bo serxwebûnê û rengvedana nasnameya çandî ya kurdayetî û hestkirina bi girêdayîbûnê bi dîrok û çanda tijî rûmeta gelekî kevnar tê.

Newroz bîranîn û derfeteke ji bo yekkirina rêzên siyasî û girseyî li seranserê Kurdistanê û tekezdkirina li ser daxwazên siyasî û li ser serê hemûyan mafê çarenûsê û banga ji bo serxwebûnê. Hertim di Newrozê de hişyariya navneteweyî ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê zêdetir bûye, zindîragirtina vê nerîtê ji bo bîranîna ji dayikbûna serokê mezin ê gelê me, Mistefa Barzanî, û raperîn û berçavkirina bîranîna şehîdên Helebce û kîmyabarankirinê derbîrîna wê daxwazê ye derbarê girêdayîbûna me bi çand û dîroka kevnar a gelê Kurdistanê, ku hezaran sal dewam kiriye û dibin amrazeke guncaw ji bo rûbirûbûna astengiyên mezin.

Di vê heyama hestiyar de neteweya kurd kariye bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî bi hêztir ber bi pêş ve gav bavêje û herwiha serokê hikûmetê, Mesrûr Barzanî, ku xwedî felsefe û dîtinek hevçerx a birêveberiya hikûmdarî ye, baweriya wî ya temam bi wê yekê heye ku mirov sirra pêşketinê ye û dînemoya sereke ya hemû rabûn û jîyaneweyekê ye, çi pîşesazî be yan jî çandinî û xizmetguzarî be.

Ji ber vê yekê hertim tekez li ser wê yekê dike ku di warê fêrkirin û rahênan û rewşenbîriyê de girîngî bi takekesên civaka Kurdistanê bê dayîn, xwendevanên kurd bêne şandin bo zanîngehên navdar û pêşketî, da ku zaniyariyê li ser faktorên rabûn û afirandinê kom bikin û li çanda karê bi hev re tê bigihin û bi çanda hunera birêvebirina dem û çanda bidestxistina şarezayî di warê kar de nas bibin.

Qutabî û xwendevan bi dewlemendkirina xwe ji aliyê hizr û zanistê ve dikarin tevgereke civakî çêkin, çanda jîyana nû di şêwaz û di warê rêbazên zanistî de belav bikin û kar ji bo çavdêrîkirina afirandin û jêhatiyên xwe bikin û nexşe rêya ji bo jiyana xwe bikêşin û armancên xwe derxin holê, ku di dîtbariyê de hêza cîbicîkirina wan hebe û di encamê de sûdê bi civaka Kurdistanê bigihînin.

Rabûn bi milê bawermendan bi niştîman çêdibe, rabûn tenê bi hebûna kesên bawerî bi dewlemendkirina niştîman heye çêdibe, ku fikir û hizr û hewl û westana xwe di oxira avakirina civak û niştîman de terxan dikin û pişta xwe bi mîrasa şaristaniyeke kurdî û dîtineke zelal ji bo pêşerojê girêdidin, da ku bibe qiblenumayeke ku niştîman ber bi kenareke aram ve bibe.

Ji ber vê yekê divê peyama Newroza me handana neteweyê me be ji bo fêrbûnê û karkirinê, ji bo evindariya zanistê, ji bo belavkirina hişyariyê derbarê faktorên pêşketinê.

Herwiha divê peyama Newroza me ji bo wê yekê be ku em daxwaza ji bo jiyanê çêkin, da ku em bikaribin ber bi berbanga çaksazî û guherînan ve gav bavêjin, da ku em ber bi pêşerojeke geş a xwe û neteweyê xwe û Kurdistanê bi giştî ve rêyê bibirin.

Her neteweyekê divê dîrok û rûmet û pêşketina xwe bi dest û ramanên xwe ava bike.

Kurdistanê ji destpêka dîrokê heta îro sînorên xwe bi xwîna şehîdên rêya azadî û serxwebûnê parastiye, bila em jî berdewam bin li ser vê rêbazê. Newroz li hemû Kurdistaniyan pîroz be.




Nûçeyên din

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Remezana pîroz

SATURDAY, 29 MARCH 2025 20:03:13

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî, bi boneyê cejna Remezanê peyamak belav kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Pîroz a Remezanê

SATURDAY, 29 MARCH 2025 20:03:21

Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneyê cejna Remezanê peyama belavkir.

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê cejna Remezan li Musulmanan dike

SATURDAY, 29 MARCH 2025 19:03:58

Hewlêr-KDP.info: Serok Wezîran Mesrûr Barzanî, bi boneyê cejna Remezan, pîrozbahiyê li Musulmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dike û hêvî dixwaze, bingehên tebaî û bi hev re jiyana aştîxwaz û biratî di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de bihêztir bibe û zêtir geş bibe.

Şîfa Barzanî, Peyama Pîrozbaîyê ya Serok Barzanî Gîhande Parlamentoya Brîtanîyayê

THURSDAY, 27 MARCH 2025 00:03:46

Hewlêr-KDP.info:Sererşîtîya Giştî ya Rewenda Kurdistanê, bi boneya cejnê Newrozê, silav û pîrozbaîyên Serok Barzanî gîhandin Serokê Parlamentê û endamên Parlamentoya Brîtanîyayê û çend wezîrên wî welatî.

 
Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Enerjiyê yê Qeterê re civiya

TUESDAY, 25 MARCH 2025 19:03:03

Hewlêr-KDP.info:  îro ( Sêşem, 25.03.2025)  Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya fermî ji bo Qeterê de, li Dewheyê bi Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Enerjiyê yê Qeterê Seid bin Şirîde Kabî re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact