Hewlêr-KDP.info:Berpirsê liqê nehê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Akrê got, sibe bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûner û balyozên welatan û berpirsên payebilind ên Herêmê û Iraqê, bedewtrîn cejina Newrozê li Akrê tê lidarxistin, ji bo vê mebestê jî hemû amadehî hatine kirin.
Dr. Merdan Xidir, berpirsê liqê nehê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Akrê, di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê re ragihand, hemû amadehiyên cejina Newrozê li Akrê bi dawî bûne, ku amadehiyên gelek baş hatine kirin û sibe pêncşem hemû xelk dê cejina Newrozê li Akrê bibînin, ku bernameyeke gelek rêkûpêk hatiye danîn û mêvan jî li asta bilind beşdar dibin û nûnerên hemû welatan û balyozên welatan beşdariyê di cejinê de dikin, ku ew kesên ku beşdariyê di cejina Newrozê de dikin, li Akrê pêşwazî ji wan tê kirin.
Berpirsê liqê nehê Partiyê got jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, dê pêşwaziyê li mêvanan bike û beşdariyê di wê cejinê de bike û gotarekê jî pêşkêş bike çawa ku sala borî jî beşdar bû û gotar hebû, lewma li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî li asta bilind berpirs beşdariyê di cejina Newrozê de li Akrê dikin, ku Newrozeke rêkûpêk û cuda dibe û bedewtrîn cejina Newrozê li Akrê tê lidarxistin.