Hewlêr-KDP.info: Pêşewa Hewramanî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandiye: “Biryar e sibê yekşemî 16ê Adarê , Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Bafil Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bicive.
Herwaha ragehandiye: Civîn ji bo gotûbêjkirina pêkanîna kabîneya nû û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û xwe amadekirine ji bo guhertin û pêşhatan û danûstandinên Herêma Kurdistanê li gel wan tê kirin.