Hewlêr-KDP.info: Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Yaneya Werzişê ya Dihokê kir, ku gihîştiye fînala Kupaya Yaneyên Kendavê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 12ê Adarê li hejmara xwe tora civakî “X” peyamek belav kir û tê de got: “Pîrozbahî li Yaneya Werzişê ya Dihokê dikim ku gihîştiye fînala Kupaya Yaneyên Kendavê.”
Herwiha got: “Ez destxweşiyê li serok û hemû werzişvan û hezkiriyên Yaneya Werzişê ya Dihokê dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftinên zêdetir ji wan re dixwazim.”
îro Yaneya Dihokê di gera vegerê ya qonaxa nîvfînala Kupaya Yaneyên Kendavê de, li hember mêvanê xwe El-Ettîfaq a Erebistana Siûdî bi encama (1 - 0) biser ket, derbasî fînalê bû