Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 31 MAR 2025 21:48 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

neviyekî Ehmedê Xanî li rêya PDKê ve daxwazek li hemû kurdan diket
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info: Li salvegera roja cîhanî ya zimanê dayikê, piraniya gelan roja cîhanî ya zimanê dayikê bi rêzdarî bibîr tînin, lê hêj gelê kurd wek gelekî bindest û zordîtî, li piraniya welatan zimanê wan di bin gefa tunebûnê de ye.

Mihemed Xanî, neviyê yek ji şaîr û rewşenbîrên mezin ên netewa kurd, girîngiya zimanê kurdî wek nasnameya neteweyî, li rêya malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ve xist ber çavan û tekez li ser wê kir ku zimanê dayikê, bingeha nasname û rêz û rûmeta gelê kurd e.

Mihemed Xanî, ji bo malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê got, zimanê kurdî, mîraseke çandî û dîrokî ye ku divê bê parastin, herwiha amaje bi wê jî kir ku zimanê dayikê, kilîla parastina şaristanî û kevneşopiya kurdî ye.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Xanî behsa têkiliya di navbera ziman û pêşeroja Kurdistanê de kir û got ” pêşketina zimanê kurdî, beşeke girîng e ji pêşketina siyasî û civakî ya gelê kurd. Ew bawer dike ku parastina zimanê dayikê, mafeke bingehîn û girîng e ji bo her neteweyekê.

Di demekê de ku cîhan roja navneteweyî ya zimanê dayikê bibîr tîne, gotinên Xanî girîngiyeke taybet heye. Wî tekez li ser wê kir ku zimanê kurdî ne tenê zimanek e, belkû nasname û ruha neteweyekê ye.

Di dawiya axaftina xwe de, Mihemed Xanî neviyê şaîr û rewşenbîrê mezin ê netewa kurd, daxwaz ji her kurdekî kir ku berpirsyariya parastin û pêşxistina zimanê kurdî bigire ser milê xwe. Ew bawer dike ku parastina zimanê dayikê, parastina pêşeroja netewe ye û her takekê kurd divê rola xwe di vî warî de bibîne.




Nûçeyên din

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Remezana pîroz

SATURDAY, 29 MARCH 2025 20:03:13

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî, bi boneyê cejna Remezanê peyamak belav kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Pîroz a Remezanê

SATURDAY, 29 MARCH 2025 20:03:21

Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneyê cejna Remezanê peyama belavkir.

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê cejna Remezan li Musulmanan dike

SATURDAY, 29 MARCH 2025 19:03:58

Hewlêr-KDP.info: Serok Wezîran Mesrûr Barzanî, bi boneyê cejna Remezan, pîrozbahiyê li Musulmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dike û hêvî dixwaze, bingehên tebaî û bi hev re jiyana aştîxwaz û biratî di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de bihêztir bibe û zêtir geş bibe.

Şîfa Barzanî, Peyama Pîrozbaîyê ya Serok Barzanî Gîhande Parlamentoya Brîtanîyayê

THURSDAY, 27 MARCH 2025 00:03:46

Hewlêr-KDP.info:Sererşîtîya Giştî ya Rewenda Kurdistanê, bi boneya cejnê Newrozê, silav û pîrozbaîyên Serok Barzanî gîhandin Serokê Parlamentê û endamên Parlamentoya Brîtanîyayê û çend wezîrên wî welatî.

 
Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Enerjiyê yê Qeterê re civiya

TUESDAY, 25 MARCH 2025 19:03:03

Hewlêr-KDP.info:  îro ( Sêşem, 25.03.2025)  Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya fermî ji bo Qeterê de, li Dewheyê bi Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Enerjiyê yê Qeterê Seid bin Şirîde Kabî re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact