Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 31 MAR 2025 22:05 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Ji îmraliyê bo Serî Bilind
| KDP.info


Amîna Zikrî

Seredana Mezlûm Ebdî û paşî hatina şanda îmraliyê bo baregayê Barzanî û gihandina peyama birêz Ocalan bo cenabê Serok Barzanî li ser daxwaza birêz Ocalan, bîranîneke baş e; ku cenabê Serok Barzanî faktorê serekî û karîgerê aramiya navçeyê ye, li gel wê hêza dîrokî ya li navçeyê heye û hebûye, yekem kart û dawî kart li ba Serok Barzanî aştî û vegeryana bo hevdu qebûlkirinê ye.


Seredana her du şandan di demekê da ne, hem li Rojavayê Kurdistanê û hem jî li Bakurê Kurdistanê du pirsên girîng hene. Yekem; paşeroja Kurdan e li Rojavayê Kurdistanê piştî rûxana rejîma Beşar Esed. Duyem; ya din jî pirsa aştiyê ye li Bakurê Kurdistanê. Li ba me hemiyan veşartî nîne ku pirsa Kurd di vê demê da li ber metirsiyê û hem jî li ber guherînên bingehîn û girîng e.

Li her cihekî Kurdistanê Kurdek hewceyî alîkariyê be û bixwaze di warê siyasî da rol hebe, ji destpêka şoreşa Kurdî heta îro, baregayê Barzanî navendeke girîng a civîna pirsên niştimanî û neteweyî ye, navendek e bo pirsên girîng û têgihiştina li ser pirsa gel û pirsa aştiyê digel gelên din ên navçeyê, navendek e bo qeziya Kurdî; lewma baregayê Barzanî girîngiyeke mezin li navçeyê heye.

Piştî yanzdeh salan ji destpêşxeriya cenabê Serok Barzanî, bo proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û herdu rêkeftinên (Dihok-Hewlêr) navbera hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, eger asteng li ber destpêşxeriyên Serok Barzanî nebûya, pirsa Kurd li Tirkiye û Sûriyayê di qonaxeke din da dibû. Tu car jî Serok Barzanî, ji destpêşxeriya aştiyê westiyayî nebûye.

Ji bo rewşa Sûriyayê cenabê Serok hewl û têkoşîneke zêde hebûye ku hemû aliyên Kurdî yekbixe û bi yekdengî bişîne Şamê, ev jî di pêxema bidestxistina mafên Kurdan da bûye. Eger ev yekrêzî pêk were bi plêya yekem Kurd sûdmend dibe û dawî Sûriya qazanc ji aramiyê dike. Dewletên navçeyê baş ji wê têgihiştine ; Serok Barzanî dikare hêzeke karîger be ji bo ku li Rojhilata Navîn û bi taybetî ew dewletên ku netewa Kurdî tê da hene rola xêr û aştiyê bibîne.

Dema birêz Ocalan bi xwe daxwaz dike peyama wî bigihîje cenabê Serok, ev yek dupatkrne ku hemûyan guman l ser wê çendê nîne ku dihête ser behsa doza kurd, Serok Barzanî parêzerê wê ye. Eger her carê jî mijarek berjewendiya Kurdan bûbe, dîsan Serok Barzanî înkar û nakokî û dijayetiya borî ya aliyê beranber piştguh dixe û şevnexwîniyê dike ji bo armanca mezin, ku aramî û aştî ye ji bo hemû Kurdan û gelan û netewe û pêkhateyên vê cografyayê.

Herêma Kurdistanê bi taybetî Serî Bilind, hêvîbexş e ji bo dawîanîna bi tundûtijiya neteweyan li vê navçeyê, bi taybetî Kurd digel neteweyên din.

 




Nûçeyên din

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Remezana pîroz

SATURDAY, 29 MARCH 2025 20:03:13

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî, bi boneyê cejna Remezanê peyamak belav kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Pîroz a Remezanê

SATURDAY, 29 MARCH 2025 20:03:21

Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneyê cejna Remezanê peyama belavkir.

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê cejna Remezan li Musulmanan dike

SATURDAY, 29 MARCH 2025 19:03:58

Hewlêr-KDP.info: Serok Wezîran Mesrûr Barzanî, bi boneyê cejna Remezan, pîrozbahiyê li Musulmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dike û hêvî dixwaze, bingehên tebaî û bi hev re jiyana aştîxwaz û biratî di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de bihêztir bibe û zêtir geş bibe.

Şîfa Barzanî, Peyama Pîrozbaîyê ya Serok Barzanî Gîhande Parlamentoya Brîtanîyayê

THURSDAY, 27 MARCH 2025 00:03:46

Hewlêr-KDP.info:Sererşîtîya Giştî ya Rewenda Kurdistanê, bi boneya cejnê Newrozê, silav û pîrozbaîyên Serok Barzanî gîhandin Serokê Parlamentê û endamên Parlamentoya Brîtanîyayê û çend wezîrên wî welatî.

 
Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Enerjiyê yê Qeterê re civiya

TUESDAY, 25 MARCH 2025 19:03:03

Hewlêr-KDP.info:  îro ( Sêşem, 25.03.2025)  Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya fermî ji bo Qeterê de, li Dewheyê bi Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Enerjiyê yê Qeterê Seid bin Şirîde Kabî re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact