Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 13 MAR 2025 22:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Îro 4.02.2025, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî(UNAMI),li Iraqê kir.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan dicivînê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Îraqê û deverê û pêdivîtiya çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li hev guhertin.

Her du alî li ser giringiya rêzgirtina li mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê û qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.

Serokê şanda UNAMI li Iraqê, rola Serok Barzanî û Serokê Hikûmetê li ewlehî û tenahiya Herêma kurdistanê û Iraqê û navçeyê bilind nirxand.

Serokê Hikûmetê pesnê rola avaker û erênî ya nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê , di warê li hev nêzîkbûnê ya aliyên siyasî yên Iraq û qahîmkirina aramiyê kir.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Yaneya Dihokê kir

THURSDAY, 13 MARCH 2025 12:03:56

Hewlêr-KDP.info: Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Yaneya Werzişê ya Dihokê kir, ku gihîştiye fînala Kupaya Yaneyên Kendavê.

Naveroka peywendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û birêz Mezlûm Ebdî

WEDNESDAY, 12 MARCH 2025 15:03:28

Hewlêr-KDP.info- Roja çarşema 12 ê Adara 2025 li peywendiyeke telefonî ya di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokrat da, rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li Sûriye guftûgo kirin.

Peyama Serok Barzanî ya salvegera 55 salî ya peymana 11 ê Adarê

TUESDAY, 11 MARCH 2025 13:03:55

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî peyamek di salvegera peymana 11ê Adara 1970î de belav kir û tê de ragihand, “Ew peyman berhema têkoşîn û xebata Pêşmerge û kadîrên partî û hemû çînên Kurdistanê ya li şoreşa Eylûlê bû.”

 
Mesrûr Barzanî :Gelê Kurdistanê dest ji mafên xwe bernade

TUESDAY, 11 MARCH 2025 12:03:48

Hewlêr-KDP.info: îro 11ê Adarê , Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek di salvegera rêkeftina 11ê Adara 1970î de belav kir û tê de ragihand, “Em îro destkeftek girîng û dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bi serkêşiya rêberê me yê neteweyî Barzaniyê nemir bibîr tînin.”

 
Peyama Nêçîrvan Barzanî ya li salvegera peymana 11 ê Adarê

TUESDAY, 11 MARCH 2025 10:03:24

Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî  Serokê Herêma Kurdistanê peyamek di salvegera peymana 11ê Adara 1970î de belav kir û tê de ragihand, “Ji bo wê yekê daxwazê ji hemû hêzên siyasiyên Kurdistan û Iraqê dikîn, pend ji vê ezmûnê werbigrin û ji bo pejirandina federalî, parastina mafên hemû pêkhatên Iraqê û bihêz kirina pêkvejiyana aştiyane.”

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact