Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 5 FEB 2025 18:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî pêşwazî li Dr. Berhem Salih kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 15.12.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya siyasetmedar û kesayetiyê Kurd û Serokomarê berê yê Iraqê, Dr. Berhem Salih kir.

Di hevdîtinê de herdu aliyan di derbarê rûdan û pêşhatên siyasî yên dawî yên Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha babetên li rojeva Herêma Kurdistanê de guftûgoyê kirin.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir

TUESDAY, 04 FEBRUARY 2025 20:02:27

Hewlêr-KDP.info: Îro 4.02.2025, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî(UNAMI),li Iraqê kir.

Mesrûr Barzanî: Em pêşwaziyê li dengdana îro ya yasaya budceyê dikin

MONDAY, 03 FEBRUARY 2025 10:02:23

 Hewlêr-KDP.info: Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya tora civakî “X”ê de belav kiriye û dibêje, “Em pêşwaziyê li dengdana îro ya Parlamentoyê ya li ser nûjenkirina yasaya budceya Federal dikin.” 

 
Kovara Forbesê pesnê rola Serok Barzanî di çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê dike

SATURDAY, 01 FEBRUARY 2025 11:02:40

Hewlêr-KDP.info-Kovara Forbesê ya Amerîkî raportek derbarê rola Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî di aramiya navçeyê û şerê li dijî terorê de belav kir. Her wiha pesnê rol û bandora Serok Barzanî di yekxistina helwesta Kurd û çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê dike.

 
Nêçîrvan Barzanî û Macron tekezî li parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê kir

FRIDAY, 31 JANUARY 2025 12:01:22

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û   Emmanuel Macron Serokkomarê Fransayê şeva borî bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anî û li ser pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

 
Serok Barzanî bo şanda Wezareta Derve ya Almanya behsa êş û janên gelê Kurd li Sûriyê kir

THURSDAY, 23 JANUARY 2025 15:01:26

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Derve ya Almanya kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa dîroka xebat û êş û janên gelê Kurd li Sûriyê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e aliyên Kurdî yên Sûriyê bi hev re biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact