Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Berçile pêşwazî li Balyozê Belcîkayê yê li Iraq û Urdinê Serge Dickson kir.
Balyozê Belcîkayê pîrozbahiya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê kir. Herdu alî li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê di demek nêzîk de hevnêrîn bûn, di vê derbarê de jî civîna yekem a Parlamentoya Kurdistanê wek gaveke erênî hat nirxandin.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê girîngiya dabînkirina mafên destûrî û mafên darayî, destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û rewşa aloz a Sûriyê hatin kirin.