Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 29 JAN 2025 03:25 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û Balyozê Polandayê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Polandayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 18.11.2024 pêşwaziya Balyozê Polandayê li Îraqê Marcin Kubiak kir, bi helkeftina bidawîhatina erkê wî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Polandayê kir, ji bo karkirnê pêxemetî pêşxistina peywendiyên dualî, herwesa daxwaza serkeftinê di erkê wî yê bê de jî jê re kir.”

Balyozê Polandayê rêz ji bo alîkarî û hevahengiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir û amadebûna welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re diyar kir, xasma jî di warê lihevguhertina bazirganî û çandinê de.

Di tewerekî din ê wê civînê de, herdu alî li ser pêdivîtiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem hevnerîn bûn.




Nûçeyên din

Serok Barzanî bo şanda Wezareta Derve ya Almanya behsa êş û janên gelê Kurd li Sûriyê kir

THURSDAY, 23 JANUARY 2025 15:01:26

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Derve ya Almanya kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa dîroka xebat û êş û janên gelê Kurd li Sûriyê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e aliyên Kurdî yên Sûriyê bi hev re biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

 
Nêçîrvan Barzanî û şanda Almanya guhertinên Sûriyê gotûbêj kirin

THURSDAY, 23 JANUARY 2025 14:01:57

Hewlêr-KDP.info- Îro Pênçşema 23.01.2025 ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Tobias Lindner, Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Derve ya Almanyayê û Kordînatorê taybet ê Wezareta Derve ya Almanya yê karûbarên Sûriyê û şandeke pê re kir.

 

Polîtburoya PDKê: Hilweşandina biryarên Partiya Beis pêngaveke giring û pêdivî bû

WEDNESDAY, 22 JANUARY 2025 15:01:52

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê bi daxuyaniyekî ji ber dengdan û pejirandina ‘’Yasaya hilweşandina biryarên rejîma berê ya Beis’’ destxweşî li fraksiyoan PDKê li Bexdayê û fraksiyonên Kurdistanî yên din kir.

 
Mesrûr Barzanî û Mihemed Cewad Zerîf li Davosê civiyan

WEDNESDAY, 22 JANUARY 2025 15:01:50

Davos-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanê de li Davosê bi Alîkarê Serokkomarê Îranê ji bo Karûbarên Stratejîk re dicive.

 

Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Holanda: Pêwîst e hemû pêkhateyên Sûriyê tevlî proseya siyasî bibin

WEDNESDAY, 22 JANUARY 2025 15:01:42

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Davosê bi Serokwezîrê Holandayê re danûstandin li ser guhertin û pêşhatên Rojhilata Navîn û xasma jî li ser Sûriyê kirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact