Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî dike û pê re danûstandinan li ser dawî pêşhatên Îraq û deverê kir.
Serok Mesûd Barzanî îro Duşema 18.11.2024 li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Îraqê Eyad Elawî û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û dawî pêşhat û guhertinên Îraq û deverê û gef û qebxwaziyên di rêya seqamgiriya Îraqê de li hev guhertin.