Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 29 JAN 2025 01:36 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî û Sûdanî: Pêngavên erênî û baş di peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de hatine avêtin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê kir û herdu aliyan tekez kirin ku pêngavên erênî û baş di peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de hatine avêtin.

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşema 13.11.2024 li Pîrmamê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Di wê hevdîtinê de danûstandin li ser rewşa siyasî ya Îraqê û dawî guhertin û pêşhatên deverê hatin kirin, herwesa tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku di peywendî û hevahengiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî de pêngavên erênî û baş hatine avêtin.

Her di wê hevdîtinê de Serokwezîrê Îraqê serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serok Barzanî pîroz kir û hêvî xwast ku, bi zûtirîn dem alî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigehin lihevkirinê.




Nûçeyên din

Serok Barzanî bo şanda Wezareta Derve ya Almanya behsa êş û janên gelê Kurd li Sûriyê kir

THURSDAY, 23 JANUARY 2025 15:01:26

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Derve ya Almanya kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa dîroka xebat û êş û janên gelê Kurd li Sûriyê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e aliyên Kurdî yên Sûriyê bi hev re biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

 
Nêçîrvan Barzanî û şanda Almanya guhertinên Sûriyê gotûbêj kirin

THURSDAY, 23 JANUARY 2025 14:01:57

Hewlêr-KDP.info- Îro Pênçşema 23.01.2025 ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Tobias Lindner, Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Derve ya Almanyayê û Kordînatorê taybet ê Wezareta Derve ya Almanya yê karûbarên Sûriyê û şandeke pê re kir.

 

Polîtburoya PDKê: Hilweşandina biryarên Partiya Beis pêngaveke giring û pêdivî bû

WEDNESDAY, 22 JANUARY 2025 15:01:52

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê bi daxuyaniyekî ji ber dengdan û pejirandina ‘’Yasaya hilweşandina biryarên rejîma berê ya Beis’’ destxweşî li fraksiyoan PDKê li Bexdayê û fraksiyonên Kurdistanî yên din kir.

 
Mesrûr Barzanî û Mihemed Cewad Zerîf li Davosê civiyan

WEDNESDAY, 22 JANUARY 2025 15:01:50

Davos-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanê de li Davosê bi Alîkarê Serokkomarê Îranê ji bo Karûbarên Stratejîk re dicive.

 

Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Holanda: Pêwîst e hemû pêkhateyên Sûriyê tevlî proseya siyasî bibin

WEDNESDAY, 22 JANUARY 2025 15:01:42

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Davosê bi Serokwezîrê Holandayê re danûstandin li ser guhertin û pêşhatên Rojhilata Navîn û xasma jî li ser Sûriyê kirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact