Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku tevlî kofransa COP29ê bibe gihişt Bakuyê paytexta Azerbaycanê
Nêçîrvan Barzanî dê li gel serok û serokwezîr û serkirdeyên cihan û Rojhilata Navîn tevlî Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) bibe.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir li ser vexwandina fermî ya Serokkomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev ji bo beşdarbûna Konferansa COP29 Nêçîrvan Barzanî çû Bakuya paytexta Azerbaycanê.
Dilşad Şehab eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî dê tevî serok serokwezîrên welatan beşdarî merasîma vekirina konferansê bibe û li ser kêşeyên jîngehê û pirsgirêk û encamên guherîna avhewayê gotûbêjan pêk bîne.