Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 22 OCT 2024 05:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Serkeftina piroseya hilbijartinan serkeftina Kurdistanê bû di ezmûneke din a demokrasiyê de
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê peyamekê parve dike ku ev tekista wê ye:

“Serkeftina piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê serkeftina Herêma Kurdistanê di ezmûneke din a demokrasiyê de bû.
Bi vê helkeftinê, ez pîrozbahiyê li tevaya welatiyan Herêma Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve dikim. Ez spasiya xweragirî û tevlîbûna çalak a welatiyan û xasma malbatên serbilind ên şehîdan dikim.
Ji ber kirin û serperiştîkirina vê piroseyê, Ez spasiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dikim û destxweşiyê lê dikim.
Tevî ku tevlînebûna rêjeyeke zêde ya welatiyan ji ber arêşeyên teknîkî bûye cihê nîgeraniya me, lewma pêdivî ye bizavên cidî di hilbijartinên bê de bên kirin ku ev arêşe bên çarekirin û mafê dengdanê yê her welatiyekî bi temamî bê misogerkirin.
Spasiyeke taybet ji bo hêzên Asayîşa navxwe, ji ber wê rewşa hêmin ku ji bo hilbijartinan dabîn kir.
Spas ji bo çavdêrên navdewletî ku şahidên vê serkeftinê bûn.
Ez spasiya tevaya aliyên siyasî dikim, ji ber tevlîbûna wan di vê piroseya hilbijartinan de û alîkariya wan ji bo serkeftina wê.
Bi hêviya Xwedê û bi piştevaniya welatiyan me yên dilsoz, em hêvîdar im bi hebûna perlemaneke çalak û bi tevlîbûna dilsozan û niştîmanperweran, em bikarin bi zûtirîn dem Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin di xizmeta zêdetir aramî û avedanî û pêkveyî û pêşkeftina Herêma Kurdistanê de.

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
20.10.2024”




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê: Di vê serkeftinê de, gelê Kurdistanê yê ku bi ser ketiye

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 22:10:14

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta bidawîhatin û serkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê peyamek belav kir, ev jî naveroka wê ye:

PDK serkeftinek mezin bi dest xist û li Kurdistanê partiya yekê ye

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 14:10:35

Hewlêr-KDP.info- Proseya hilbijartina xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê bi serkeftî bidawî hat. Di hilbijartinê de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi ser ket û karî herî zêde deng û kursî bi dest bixe.

 
Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Dr. Aştî Hewramî re xwest

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 14:10:23

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê ji ber koça dawî ya wezîrê berê yê çavkaniyên xwezayî belav kir.

 
Serok Barzanî: Serkeftina hilbijartinan, serkeftina gelê Kurdistanê ye

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 12:10:57

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê encamên proseya hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de pîrozbahiyê li gelê Kurdistan û alîgirên PDKê û tevahiya hêz û aliyên siyasî kir.

 
Wezîrê Navxwe: Helbijartin di seqayekî aram de birêve diçe

SUNDAY, 20 OCTOBER 2024 13:10:41

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li Pîrmamê deng da û piştre ragehand, hêvîdarim xelkê Kurdistanê hemû xizmetguzariyên ku hatine kirin xelat bike û wijdana xwe rihet bikin û deng bidin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact