Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab, di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, sibê 16.010.2024, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan, bi serdaneke fermî dê biçe paytexta Tirkiye Enqerê û li gel Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan, biçive.
Herwaha ragihand: “Herdu alî dê li ser geşepêdana peywendiyên Tirkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên rewşa dawî yên li navçeyê gotûbêj bikin û li ser çend mijarên din ên berjewendiya hevbeş danustandina bikin.”