Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 22 OCT 2024 05:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Xizmeta xelkê Kurdistanê serbilidî ye..PDK her ma û dê her bimîne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî û Cîgirên Serokê PDKê Nêçîrva Barzanî û Mesrûr Barzanî, mitînga mezin a PDKê li stadyoma Franso Herîrî li Hewlêrê bo serxistina lîsta 190 a Partiya Demokrata Kurdistan birêve çû.

Di mitîngê de Serok Barzanî gotareke girîng pêşkêş kir û ragihand, îro roja dawî ya bangeşeya hilbijartinê ye, ev hilbijartin diviya beriya 2 salan pêk bihata, lê hindek alî hertim astengî ava dikirin û xwe diveşartin, ta ku bi xeyalên xwe, bi qenaeta xwe gehiştine wê armanca ku bi hilbijartina pêşwexit hat dîzaynkirin ku PDKê bişkênin.

Naveroka axaftina Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Rêhevalên hêja

Xwişk û birayên hêja

Girseyên têkoşer û berxwedêr

Hemû bi xêr hatin, hebûna we ji bo me serbilindî, hêvî û hêz e.

Belê we nîşan da û îspat kir ku erê eve ye PDK. Serbilindiya mezine ku Kurdistan îro gehiştiye qonaxekî, ku gelê Kurdistanê bi hilbijartinê û bi dengê xwe, awayê hikûmraniyê li Herêma Kurdistanê dike, eve serkeftineke mezine û herwaha destkefteke mezine.

Ji her kesî re diyar e ku PDK xwedî ramaneke hilbijartinê ye li Kurdistanê, di Newroz û serhildana 1991’ê ya Koyê de min daxwaz kir ku li Kurdistanê hilbijartin bên kirin da ku em ji meşrûiyeta şoreşgerî derbasî meşrûiyeta destûrî bibin.

Şikir ji Xwedê û we tekoşeran re, ji hilbijartina yekem heta hilbijartina dawî PDK her tim yekemîn bû û dê her tim yekemîn be.

Tevî binpêkirina sînoran ji aliyê hinek kes û hizban ve û bikaranîna zimanekî tund û peyvên ne guncaw, lê me tehemul kir, ez spasiya hemû saziyên PDKê dikim ku nehatine wê astê nizim ku hinek kesan dixwestin PDKê bikşînin.

Dema ku li Bexdayê li ber çavê hinek aliyên herêmê ji bo hilbijartinên pêşwext ên dîzaynkirin hinek biryar hatin dayîn, PDK razî nebû û qebûl nekir, herçend piştre gelek guhertin bi serda hatin, lê ne bi awayê ku me dixwest bû, lê plana ku wan amade kiribû bi ser neket.

Erkê hemû endamên PDKê ye ku hemû alîgirek, hemû kurdekî dilsoz, hemû pêşmergeyekî qehreman, hemû kesekî hêzên ewlekariy3e, roja 20 Cotmehê biçin ser sindoqa dengdanê, hûn û kesûkarên we deng bidin lîsta 190, bo ku Kurdistan di destekî bi ewlede bimîne.

Erkekî giran li pêşiya Parlamentoya demapêşe, ji ber wê jî pêwîstî bi xelkekî ye ku bo gel û niştimanê dilsozbin, dilsozbin bo vê Herêmê û wefadar bin bo xwîna Şehîdan. Karê yekem ê parlamentoya demapêş nivîsandina destûrê, sererastkirina hin qanûnan, derxistina qanûnên din, rakirina şopa plan û biryarên ku li dijî herêmê hatine derxistin û xwestin pêkhateya herêmê têk bibin e.

Daxwazên gelê Kurdistanê dê bibe bernameya kabîneya bê, Ewlehiya zêdetir, sivikkirina barê ser pişta gelê kurdistanê û piştî hilbijartinan, nabe ev bêserûberî li Kurdistanê bimîne, yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet, yek hêza Pêşmerge, bidawîkirina hevpeymaniya mafya û terorê. paşeroja vî gelî û xiyaneta herî mezin li hember vî gelî tê kirin.

Em li sloganan binerin, dirûşmeya PDK’ê, diruşma partiyeke ku li hember gel û welatê xwe bi berpirsyariya xwe ya dîrokî dihese, yekîtî û berxwedanê ye.
Binêrin kabîneyên ku PDK’ê ji sala 1992’an heta îro bi rê ve biriye, ji bilî xizmetguzariyê tiştek wê ya din nebûye, raste şaşitiyên wê jî hebûne, ewê ku kar neke, şaşitiyan nake, ewê ku kar bike, şaşitiyê dike.

Moralê xwe bilind bigrin, bila hêviyên we zêde bikin, serkeftin her bo rêya raste, roja 20 Cotmehê jî bersiva hemû nehezan bidin.

Ez spasiya hemû dezgehên hizbî, hikûmî, leşkerî û ewlehiyê û hemû dilxwazan, hemû xwişk û birayên ku di vê mehê de ked dane, ji bo vê hilbijartinê amadekariyên pir û pir baş kirine, li gorî heval û hogirên me. heta niha karê xwe bi rêk û pêk kirine, hêvîdarim berdewam bin û rê nedin ti aliyek din destêwerdanê di hilbijartinan û encamên hilbijartinan de bike.

Di dawiyê de em silav ji bo giyanê şehîdan, silav ji bo malbatên şehîdan, silav ji bo Pêşmerge û hêzên asayîşê, silav ji bo dar û keviran û gelê Kurdistanê, silav ji bo du caran firotina Kerkûkê, Silav ji Silêmanî re, silav ji Helebce re, silav ji Duhokê re, silav li Hewlêrê, sembola hevpar a gelê Kurd, Hewlêr Hewlêr e, em xwe dispêrin Xweda û bi cesareta we em ê bi pêş ve biçin, em dev jê bernadin û em ê bi ser bikevin.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê: Di vê serkeftinê de, gelê Kurdistanê yê ku bi ser ketiye

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 22:10:14

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta bidawîhatin û serkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê peyamek belav kir, ev jî naveroka wê ye:

PDK serkeftinek mezin bi dest xist û li Kurdistanê partiya yekê ye

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 14:10:35

Hewlêr-KDP.info- Proseya hilbijartina xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê bi serkeftî bidawî hat. Di hilbijartinê de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi ser ket û karî herî zêde deng û kursî bi dest bixe.

 
Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Dr. Aştî Hewramî re xwest

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 14:10:23

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê ji ber koça dawî ya wezîrê berê yê çavkaniyên xwezayî belav kir.

 
Serok Barzanî: Serkeftina hilbijartinan, serkeftina gelê Kurdistanê ye

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 12:10:57

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê encamên proseya hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de pîrozbahiyê li gelê Kurdistan û alîgirên PDKê û tevahiya hêz û aliyên siyasî kir.

 
Mesrûr Barzanî: Serkeftina piroseya hilbijartinan serkeftina Kurdistanê bû di ezmûneke din a demokrasiyê de

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 12:10:29

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê peyamekê parve dike ku ev tekista wê ye:

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact