Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 21 NOV 2024 12:04 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê lêborîneke taybet ji bo hejmareke hikimkiriyan derxist
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Serokê Herêma Kurdistanê bi hejmara 336 lêborîneke taybet ji bo hejmareke hikimkiriyên çaksaziyên Herêma Kurdistanê derxist.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab Yekşema 13.10.2024 amaje da, “Li dû benda 6ê ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê/Îraq hejmar 1 a sala 2005ê ya edilandî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro fermana hejmar 336 derxist, ku lêborîneke taybet e ji bo hejmareke hikimkiriyên çaksaziyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya piroseyeke lêborînê de ku dê berdewam be.”

Dilşad Şehab herwiha got, “Li dû wê fermanê, lêborîna taybet a Serokê Herêma Kurdistanê ji 17 hikimkiriyan digire ku, pişka zêde ya dema hikimê xwe temam kiriye û rewşa saxlemiya wan binecih nîne.”

Şehab herwiha ron jî kir ku, ew ferman raspardeyeke pêştir a Serokê Herêma Kurdistanê ye, bi pêkanîna lijneyeke hevpar a navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Civata Wezîran û wezaretên peywendîdar û Civata Dadwerî û herwesa Desteya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê, ji bo helsengandina rewşa zindan û çaksaziyan.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa got, “Wê lijneyê di dema borî de li ser rewşa wan hikimkiriyan lêkolîn kiriye, ku zêdebarî temamkirina demeke zêde ya hikimê xwe, metirsî nemaye û dikarin têkelî civakê bibin, lewma pêşniyara azadkirinê wan hatiye kirin.”

Ji aliyekî din ve, Serokê Herêma Kurdistanê ferman da ku navçeya Teqteq bibe qeza.

Dilşad Şehab ragihand: “Piştî ku Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê pêşniyara bi qezakirina Teqteq şand Serokatiya Herêma Kurdistanê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ew pêşniyar qebûl kir û îmze kir.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Balyozê Polandayê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan kirin

MONDAY, 18 NOVEMBER 2024 18:11:14

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Polandayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

 
Serok Barzanî û Eyad Elawî li ser rewşa Îraq û deverê axivîn

MONDAY, 18 NOVEMBER 2024 18:11:30

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî dike û pê re danûstandinan li ser dawî pêşhatên Îraq û deverê kir.

 
Serok Barzanî pêşwazî li şanda Hevpeymaniya Enbarê kir

MONDAY, 18 NOVEMBER 2024 18:11:38

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê kir û pê re danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê kirin.

 
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

THURSDAY, 14 NOVEMBER 2024 10:11:19

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Dorrel pêkanîna hikûmetê kirin ku bersivê bide daxwazên gel û armancên wan ên geşepêdan û aramiyê.

 
Serok Barzanî û Sûdanî: Pêngavên erênî û baş di peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de hatine avêtin

WEDNESDAY, 13 NOVEMBER 2024 18:11:48

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê kir û herdu aliyan tekez kirin ku pêngavên erênî û baş di peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de hatine avêtin.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact