Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 22 OCT 2024 05:37 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Ji dîrokê fêr bibin ku PDK nayê şikandin
| KDP.info


Reşîd Mela Elî Kolekî

Dîrok bîranîna name û nivîsan e ku ji me re dibêje ka çi hatiye serê mirovan.
Zarok û neviyên me yên îro û yên bê, pêwîstiya wan bi wê yekê heye ku rastî û dirustiya dîrokê nas bikin, da ku bi wê riyê hemû mirovan nas bikin. Ji ber ku dîroka hemû civakan ji encama fedekarî, têkoşîn û berxwedana mirovên mezin û dîrokzanan e.

Kurd xwedî kesayetiyên mezin ên siyasî, têkoşer û karîzma ne, ku bi hewldan, israr û xweragiriya xwe dîroka gelê xwe, tomar kirine.
Barzan yek ji wan navendan e ku mezintirîn û bihêztirîn serkirdeyên olî, siyasî û civakî tê de derketine û dîroka sedsala derbasbûyî ya Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê jî vê rastiyê îsbat dike. Van rêberan ku ji wir rabûne, di bizava netewî û tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd de rolek gelekî girîng û mezin û çarenivîsaz lîstine. Hema ku hatin, pêşengiya tevgera neteweyî ya Kurd kirin û pêşengiya têkoşîna rizgariya Kurd kirin. Ji xwe wê demê jî ne bi darê zorê hatin û rêbertiya xebat û têkoşanê kirin. Hema bi hatina wan, xelkê Kurdistanê bawerî bi wan kirin. Hemû pêkhateyên Kurdistanê ji wan bawer kirin û ew kirin rêber û nûnerên xwe di tekoşîna netewî û rizgarîxwazî de. Ji ber vê yekê Barzan, Barzanî, serok û rêberên Barzanî rastî du tiştên pir dijwar û giran û xeternak hatin:

Yekem erkê nûnerayetîkirin û pêşengîkirina têkoşîna gelê bindest û parçebûyî ye. Ya dûyem jî rûbirûbûna zehmetiyên dijwar û pilan û dijminatiyeke kambax ji dijmin û dagîrkerên Kurdistanê. Û bi vî awayî rastî perîşanî û êş û nehametiyan bûn û hem jî mal û milkên xwe li ser danîn. Koçberî, zindanî, êrîşên berfireh û piralî, peymanên dualî, piralî, yên navçeyî û navdewletî û hwd bûn para Barzaniyan li ser rûyê erdê.

Tişta ji destê dijminên hindurê Kurdistanê, navçeyê û navdewletî hat, hewldan bû ku Barzaniyan tine bikin û wan nehêlin. Hewl dan ku Barzaniyan hilweşînin. Lê gelo Barzanî hatin tinekirin?
Lewma em dibêjin Barzanî, ji ber ku beriya damezrandina PDKê baweriya gelê Kurd bi Barzaniyan dihat ku nûneratî û pêşengiya têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd dikirin û piştî damezrandinê jî PDK bû nûnerê rast ê gelê Kurdistanê. Bi rastî jî PDK berdewama rêbaza Barzan bû ku Barzaniyê nemir ew al avêtibû ser milê xwe.

Êdî dijberiya PDKê û hewldana tinekirina wê, bibû armanc û bername û pilan bû dagîrkeran bi alîkarî û piştevaniya xwefiroş û axfiroşên hindurê Kurdistanê.

Lê PDK ne tenê tine nebû, berovajî wê piştî her pilanekê PDK bihêztir dibû û nûnertiya beşeke zêdetir ê xelkê Kurdistanê dikir û roj bi roj baweriya gelê Kurd bi PDKê zêdetir dibû. Ev bawerî gihişt wê astê ku Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê xwe di nava refên PDKê de berxwedan kirin dîtin. Werin em bi kurtî li bûyerên sed salên borî yên Kurdistanê binerin. Ji bo ku hemû gelê Kurd û nifşên îro û pêşerojê yên gelê me rastiya dîrokî nas bikin ku PDK tine nebûye û qet dawiya PDKê nayê, ji ber ku ew çavkaniya daxwaz û armancên netewî yên xelkê Kurdistanê ye.

Şêx Mihemed Barzanî ji ber bîr û baweriyên xwe yên însanî, netewî û niştimanî gelek êş û azar ji Osmaniyan kişand û yekem rûbirûbûn û êrişa Osmaniyan li ser Barzan û Şêx Mihemed Barzanî sala 1884 destpê kir. Di sala 1893an de salekê li zîndana Badlîsê dimîne. Di sala 1895an de salekê bi zorê li Mûsilê ma û ev êrîş li ser wî heta koça wî ya dawî berdewam kirin.

Piştî wefata Şêx Mihemed Barzanî, Kurê wî Şêx Ebdulselam Barzanî ket şûna wî û heman rê û rêbaz berdewam kir. Êrîşên Osmaniyan jî li ser Barzan û Şêx Ebdilselam Barzanî (ji bo tinekirina Barzaniyan) berdewam kirin. Di sala 1909an de, piştî ku Mihemed Paşayê Daxistanî tehdîd li Şêx Ebdilselam Barzanî kir û Şêx Ebdilselam guh neda gefên wî û xwe testîm nekir, Osmanî bi pilaneke bihêz û bi piştgiriya 16 eşîrên Kurdan êrîşî Barzan kirin. Rast e Şêx Ebdilselam Barzanî canê xwe ji bo Kurdistanê da, lê dawiya Barzaniyan nehat.

Piştî şehîdbûna birayê xwe Şêx Ehmed Barzanî (Xwediyê Barzanî) rêbertiya Barzaniyan avêt ser milê xwe, dijminan jî êrîş û hewla nemana Barzaniyan berdewam kirin.

Sibeha 9ê Kanûna Pêşîn a sala 1931ê, Barzan rastî yek ji dijwartirîn êrişên artêşa Iraqê hat û bi piştevaniya firokeyên Brîtanyayê, bi navê şerê Birqî Beg û bi armanca bidawîkirina Barzaniyan.

Êrîşa berfireh û mezin a artêşa piçek a artêşa Îranê li dijî Barzaniyan û heta bi fermana taybet a Şahê Îranê ji bo tinekirina Barzaniyan, hewldaneke din a dijminên Kurdan bû ku Barzaniyan bişkînin.

Yekîtî, hevkarî û êrîşa hevpar a sê welatên Îran, Tirkiye û Iraqê piştî ketina Komara Kurdistan, ji bo nemana Barzaniyan xewnek bû û bicîh nehat.

* Damezrandina PDK û berdewamkirina hewldanên tinekirina wê..

Serhildana Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Barzaniyê nemir xaleke girîng a siyasî û dîrokî bû di tevgera rizgariya Kurdan de, ji ber ku PDK pêwîstiyeke dîrokî bû. Ji ber ku PDK di dilê Kurd û civaka Kurd de cih girtibû, têkoşîna gelê Kurd ber bi qonaxeke gelekî pêşketîtir ve bir.
PDK her piştî damezrandina xwe bû hedefa yekem a dijminan, ku dixwestin wê nehêlin, ji ber ku dagîrker û dijminên Kurdistanê baş ha ji rol, pêgeh û bandora PDKê di tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û pêşxistina têkoşîna gelê Kurd de, hebûn.

Destpêka şoreşa Îlonê ya bi serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û bi rêbertiya Barzaniyê nemir derbeke mezin bû li ser wêneya dagîrker û dijminên gelê Kurd.
Di sala 1963an de, du lîwayên artêşa Iraqê bi alîkariya zêdetirî 7 hezar caş, êrişî Barzan kirin ku PDK û Barzaniyan bişkînin.

Piştî serketina dawî ya Şoreşa Îlonê, hizra jinavbirina şoreşa Îlonê û rêbertiya wê şoreşê ket serê wan, lê hejmareke mezin ji bav û kalên berpirsên niha yên partiyên Kurdistanê, pala xwe dan artêşa Iraqê ji bo şikandina şoreşa Îlonê. Piştî vê yekê di salên 1960an de lîwayeke artêşa welatekî cîran jî hat nava mijarê û ligel artêşa Iraqê dest bi şerê Şoreşa Îlonê û rêbertiya wê kirin, ji bo jinavbirina wê şoreşê.

Di sala 1975an de, bi riya lihevkirina çend dewletên navçeyê û yên navneteweyî, ji bo jinavbirina PDKê pilaneke mezin û xeternak li dijî PDKê hate kirin. Ew lihevkirin û pilan ewqas mezin û metirsîdar bû ku dijminan nemana PDKê bi bêguman didîtin. Serokomarê wê demê yê Iraqê jî ewqas bi rûxandina PDKê bawer û serbilind bû ku di bersiva pirseke derbarê şoreşê de wiha got: “Heta heta dawiya wan hat.”

Herwiha di salên 1980î de, bi ferman û destên dewletên navçeyê, ji bo tinekirina PDKê gelek hewl û kar hatin kirin.
Piştî raperîna gelê me ya sala 1991ê û derxistina dezgehên Beisê ji Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî pêşniyar kir ku hilbijartin werin kirin û saziyên yasayî li Herêma Kurdistanê werin damezrandin, lê bi rêya destpêkirina şerê xwekujî hewla jinavbirina PDKê hat dayîn.
Paşê, di dema pîrozkirina salvegera damezrandina xwe de, PDK dixwest ahengekê lidar bixe, lê çend partiyên bi nav Kurdî û bi alîkarî ligel welatekî navçeyê êrîşeke berfireh kirin ser navend û cihên PDKê, ew jî bi armanca tinekirina PDKê.

Di sala 2016an de du bûyerên mezin qewimîn ku di dîroka Kurdistanê de nehatine kirin û ne bihîstin, ku dubarebûna wan jî pir zehmet e:
Yekem: Di 16ê Cotmeha 2016an de, di encama lihevkirin û xiyaneta beşekî ji serkirdatiya partiyeke siyasî (bi gotina wan kêmeqil) ligel Heşda Şeibî, ku beşek mezin ji axa Kurdistanê hat firotin û radestî dagîrkeran hat kirin.
Ya duyem jî, piştî vê xiyanetê û radestkirina piraniya axa Kurdistanê, amadekariyên navxweyî, Iraqî, navçeyî û navdewletî dest pê kirin ku êrîş bikin ser Hewlêrê û dawiya PDKê bînin (li gorî gotina wan).

Piştî amadekariyan û bi beşdariya çend aliyên bi nav Kurdistanî, Iraqî û navçeyî, di 20ê Cotmeha 2017an û 26ê Cotmeha 2017an de êrişeke berfireh bo ser PDKê destpê kir. Pilan bi vî rengî hatbû çêkirin û amadekirin ku divê tiştek bi navê PDK û Barzanî nemîne. Di şer de mezintirîn û bihêztirîn tank di nava dîrokê leşkerî de bi navê (Abrams) beşdar bû. Cara yekê bû ku tankek Abrams dişewite û tê rûxandin.

Ev pilana metirsîdar ewqasî berfireh û bi hûrî hatibû danîn ku vê carê netenê serokomarê Iraqê, lê belê balyozê mezintirîn welatê cîhanê ji Serok Barzanî re got: (Îro ne duh e). Yanî mebesta wî ew bû ku PDK hilweşiyaye û baştir e ku teslîm bibe.
Lê li herdu eniyên Pirdê û Sihela şikestineke pir mezin a leşkerî û siyasî xwarin û PDK her ma.

Tecrûbeya dîrokî îspat kiriye ku PDK bi êrîş û hêzên leşkerî yên Îngilîz, Amerîka, Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û bi peymanên siyasî û leşkerî yên Dîcle, Santo, hindur, navçeyê nehatiye jinavbirin. Netenê nehatiye jinavbirin, lê belê pir bihêztir bûye. PDK îro pir bihêztir e ji beriya 20 yan 30 yan 50 salên bûrî. Tişta ku giring e em behsa wê bikin ev e:
PDK û Barzanî bi van hemû pilan û êrîşan, û bi hêzên leşkerî, bi peymanên siyasî, aborî, hindur, yên navçeyê û navdewletî tine nebûye. Geko dê bi silogan û gotinên hilbijjartinan tine bibe?
Em tiştekî nabêjin, bila ew li dîroka bav û kalên xwe û li xwe binerin û dê rastiyê bibînin.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê: Di vê serkeftinê de, gelê Kurdistanê yê ku bi ser ketiye

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 22:10:14

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta bidawîhatin û serkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê peyamek belav kir, ev jî naveroka wê ye:

PDK serkeftinek mezin bi dest xist û li Kurdistanê partiya yekê ye

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 14:10:35

Hewlêr-KDP.info- Proseya hilbijartina xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê bi serkeftî bidawî hat. Di hilbijartinê de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi ser ket û karî herî zêde deng û kursî bi dest bixe.

 
Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Dr. Aştî Hewramî re xwest

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 14:10:23

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê ji ber koça dawî ya wezîrê berê yê çavkaniyên xwezayî belav kir.

 
Serok Barzanî: Serkeftina hilbijartinan, serkeftina gelê Kurdistanê ye

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 12:10:57

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê encamên proseya hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de pîrozbahiyê li gelê Kurdistan û alîgirên PDKê û tevahiya hêz û aliyên siyasî kir.

 
Mesrûr Barzanî: Serkeftina piroseya hilbijartinan serkeftina Kurdistanê bû di ezmûneke din a demokrasiyê de

MONDAY, 21 OCTOBER 2024 12:10:29

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê peyamekê parve dike ku ev tekista wê ye:

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact