Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 3 OCT 2024 07:36 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Cihê şanaziyê ye ku em dibînin kertê pîşesaziyê roj bi roj li Kurdistanê ber bi pêşve diçe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kompaniya Sifir û Kêbilan a Hewlêrê vedike û radigehîne, “Cihê şanaziyê ye ku em dibînin kertê pîşesaziyê roj bi roj li Herêma Kurdistanê ber bi pêşve diçe.”

Di nav merasîmên vekirina Kompaniya Sifir û Kêbilan a Hewlêrê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û tê de dilxweşiya xwe ji bo vekirina wê kompaniyê diyar kir û ragehand, “Ev kargeh pareke pirojeya çêkirina jêrxaneyeke bihêz a aborî li Kurdistanê ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Ez bi vekirina van kargehan gelek dilxweş im, ku bi rêya Kompaniya Sifir û Kêbilan a Hewlêrê hatine çêkirin, herwesa cihê şanaziyê ye ku em dibînin kertê pîşesaziyê roj bi roj li Herêma Kurdistanê ber bi pêştir ve diçe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Ya ku min îro dît komeke kargehan e ku hemî jî temamkerên hev in, ji bo ku kêbil û wayerên pêdivî çê bikin û ji bo wergirtina feydeyî bişînin sûkê.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Min di serdana xwe de pirsî ka bi çi awa ew kêbil tên çêkirin û madeyên serekî ji kî derê tên, xuya ye ku piraniya madeyên serekî ji wan sîkraban tên komkirin ên ku pêştir hinardeyî derve dihatin kirin, lê niha li van kargehan feyde jê tê wergirtin û wekî kêbilên ast bilind dikevin sûkê û bi standardên cîhanî tên amadekirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî jî kir, “Ez hêvîdar im rojekê Kurdistan bigehe wî astî ku em ji çavkaniyên xwezayî û kanzayên berdest madeyên serekî ji bo çêkirina van berheman bi kar bînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Ez gelek dilxweş bûm ku min bihîst bi sedan derfetên karî bi rêya van kargehan hatine peydakirin û gelek kes dikarin li van kargehan kar bikin. Ev jî pareke çêkirina jêrxaneyeke bihêz a aborî li Kurdistanê ye, ku pêşxistina kertê pîşesazî yek ji wan bernameyan bû yên ku di çarçoveya siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê de me giringî pê daye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî xwast ku wekî hikûmet bikarin zêdetir alîkariya kertê pîşesazî bikin û alîkar jî bin ku berhemên navxweyî parastî bin. Herwesa got, “Ev niha û li paşerojê jî ji bo parastina berhemên navxweyî li ser hikûmetê erkek e û bizaveke ku em zêdetir giringiyê bi pêşxistina berhemên navxweyî bidin. Divê ev berhem bê parastin, ji bo ku li ser astê navxwe, herêmî û navdewletî jî hevrikiya kompaniyên din bike û berhemên wê bifiroşin derveyê welatî jî.”

Mesrûr Barzanî herwesa ragehand, “Ez dilxweş im ku min bihîst kariye berhemên xwe ji bo çend welatan hinarde bikin, ev jî karekî gelek baş e û nîşana wê yekê ye ku berhemên navxweyî ji aliyê kalitiyê ve di astekî gelek bilind de ne. Ez hêvîdar im ev kargeh, çi yên me niha serdana wan kiriye û çi jî kargehên din, bilindiya kalitiya berhemên navxweyî li ber çavan werbigirin, ji bo ku berhemên navxweyî li ser astê cîhanê parastî bin û di eynî demê de Kurdistan li ser astê pîşesazî bikare sinorên Herêma Kurdistanê bibire û em li hemî cihan hevrikiya kompaniyên din bikin.”

Navbirî tekez jî kir, “Em çi ji xelkê din kêmtir nînin, Xudê xwezayeke baş û bixêr daye me, ji kerema Xudê me xelkekê gelek bişiyan jî heye. Me bizav kiriye astê zanistî li Kurdistanê ber bi pêş ve bibin, ya mayî rêkxistina hemî şiyanan e ji bo ku em bi hev re bikarin karekî wesa bikin ku Kurdistan ji hemî aliyan ve pêş bikeve.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya gotara xwe de careke din destxweşî li bicihînerên Kompaniya Sifir û Kêbilan a Hewlêrê kir û got, “Ez hêvîdar im hûn serkeftî bin, hûn her saxlem bin û Kurdistana me jî roj bi roj avedantir be.”

Kompaniya Sifir û Kêbilan a Hewlêrê kargeheke hevgirtî ya modern e û civakeke pîşesazî ye ji bo bazirganiya giştî - sinordar, ku li ser rûberê 175 hezar metrên çargoşeyî hatiye avakirin. Herwesa civakeke pîşesazî ye ku hemî piroseyên berhemanînê ji bikaranîna bermayîkên sifirî heta berhemên wayera sifirî û kêbilên sifirî tê de tên çêkirin.

Kompaniya Sifir û Kêbilan a Hewlêrê li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê kargeha yekê ya wayer û kêbilên sifirî ye. Ev argeh pirojeyeke stratejîk e, ji aliyê hêza karê navxwe ve hatiye avakirin, ku berhemên wê bi standardên cîhanî ne û pakijiya sifirê berhemên wê bi rêjeya 99.99% hatiye selimandin û piştrastî li ser tê dan.”

Ev kompanî bi armanca dabînkirina pêdivîtiyên wayerên sifirî û kêbilên sifirî li Herêma Kurdistanê û Îraqê û welatên deverê hatiye damezrandin.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Emê di vê hilbijartinê de serkeftina herî mezin bidest bixin

WEDNESDAY, 02 OCTOBER 2024 19:10:46

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî tekez kir, ewê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de serkeftina herî mezin bidest bixin.

Mesrûr Barzanî kargeha SMC ya berhemanîna sirincan li Hewlêrê vekir

WEDNESDAY, 02 OCTOBER 2024 18:10:26

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kargeha SMC ya berhemanîna sirincan li bajarê Hewlêrê vekir.

Piştîwan Sadiq: Aramiya Kurdistanê ji hemû tiştekî giringtir e

TUESDAY, 01 OCTOBER 2024 19:10:48

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Parêzgeha Hewlêrê ragihand, aramiya Kurdistanê bi giştî û Hewlêr jî wek paytext ji hemû tiştekî giringtir e.

Mesrûr Barzanî: Ecindeya PDKê hertim xizmetkirina welatiyan bûye

TUESDAY, 01 OCTOBER 2024 18:10:00

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî ragihand, “dîroka PDKê hemû serbilindî û berevanî ye.” Tekez kir jî, “hilbijartin tekane rêya diyarkirina awayê rêvebirina welatê me ye.”

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsya rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

TUESDAY, 01 OCTOBER 2024 18:10:12

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 01.10.2024ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê de ligel Elbrus Kutrashev Balyozê Rûsya li Iraqê li ser peywendiyên Rûsyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û li ser hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê danustandina bîr û ramanan kirin.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact