Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 30 DEC 2024 21:03 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Eger ji bo serwerî û rûmetê tu tekoşînê bikî, ji wê armancê kêmtir razî nebe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di salvegera referandûmê de du perçeyên helbestan parve kirine, di yek ji wan de amajeyê dide nirxê azadiyê û di ya din de jî behsa serwerî û rûmetê  dike.

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşema 25.09.2024 di salvegera heftê ya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de li ser tora civakî ya Xê du perçeyên helbestên her du helbestvanên navdar ên Ereb Mutenebî û Mîxayîl Neîme parve kirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragehand: ‘’Eger ji bo serwerî û rûmetê tu tekoşînê bikî, ji wê armancê kêmtir razî nebe. Azadî nirxê herî bilind ê jiyanê ye, ji ber wê jî nirxê wê gelek giran e.’’ 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pîrozbahî li Xirîstiyanên Kurdistanê kir

TUESDAY, 24 DECEMBER 2024 21:12:32

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî îro 24.12.2024 bi boneya Cejna Jidayikbûna Hezretî Mesîh peyamek pêşkêşî Xirîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û tê de tekezî li ser kûrkirina çanda pêkvejiyanê û biratiya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Xirîstiyanan kir

TUESDAY, 24 DECEMBER 2024 21:12:18

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Jidayikbûna Mesîh pîrozbahî li Kiristiyanan kir û got: “Hêvîdar im ku cejna aştî û aramiyê be, hemû bêhnvedaneke xweş derbas bikin û ji bo hemûyan saleke tijî bextewerî û serkeftin be.”

 
Mesrûr Barzanî Cejna Jidayikbûna Hezretî Mesîh pîroz kir

TUESDAY, 24 DECEMBER 2024 21:12:34

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24.12.2024 peyamek bi boneya Cejna Jidayikbûna Pêxember Îsa Mesîh (silavên Xwedê lê bin) belav kir û pîrozbahî li Kiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

 
Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Holanda rewşa Êzdiyan û guhertinên li Sûriyê gotûbêj kirin

MONDAY, 23 DECEMBER 2024 15:12:21

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê re civiyan û di wê hevdîtinê de herdu aliyan rewşa Êzdiyan û guhertinên li Sûriyê gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî rêz û spasiyên gelê Kurd pêşkêşî Îsmaîl Bêşikçî kir

MONDAY, 23 DECEMBER 2024 15:12:42

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê rêz û spasiyên gelê Kurd pêşkêşî hizirmend û civaknas û nivîserê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Bêşikçî kir. Îsmaîl Bêşikçî jî tekez li ser piştgiriya xwe û Weqfa Îsmaîl Bêşikçî ya berdewam ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact