Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê kir û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 25.09.2024 pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Durel kir.
Di wê hevdîtinê de danûstandin li ser dawî guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Îraqê û pêşxistina peywendiyên dualî hatin kirin.
Di pareke din a danûstandinan de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser amadekariyên birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li hev guhertin.