Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 63yemîn salvegera şoreşa Îlonê de peyamek belav kir û di wê peyamê de ragihand, şoreşa Îlonê şoreşekî niştimanî, seranserî û pir alî ya Kurdistanê bû.
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Îro 63 sal bi ser destpê kirina şoreşa mezin ya Îlonê re derbas dibe ku, şoreşeke nîştimanî, seraserî û pir alî ya Kurdistanê bû bi Serkirdatiya Rêberê nîştimanî yê me Barzaniyê Nemir.
Bîranîna şoreşa Îlonê, bîranîna qonaxeke geş ya xebata rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê ye bo mafên reva û dev bernedan ji berevanî kirina ax û xelkê Kurdistanê.
Buhayên bilind yên şoreşa Îlonê yên bo sepandina dadmendiyê, yekrêzî, yekgirtîbûn û rawestan li hember stem û zordariyê, hertim îlhamin bo kar kirina me ya bo xizmet kirina zêdetir ya xelkê Kurdistanê û parastina destkeftiyên nîştimanî.
Di salvegera şoreşa Îlonê de bi rêzdarî ve xebat, têkoşîn û qurbanîdana tevahiya Pêşmerge û Têkoşerên beşdar yên di şoreşê de ji tevahiya çîn û pêkhateyên cuda yên gelê Kurdistanê bi bîr tînin.
Silav bo rihê paqêj yê şehîdên şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
11ê Îlona 2024”