Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 16 SEP 2024 22:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Vekirina vê zanîngehê, dê bandoreke wê ya mezin li ser bilindkirina asta xwendina bilind li Herêma Kurdistanê hebe. "Di heman demê de, dê jîngeheke guncaytir ji bo pêşxistin û berfirehkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê di warên çandî, zanistî û aborî de veke.”

Da zanîn jî: “Welatê me di warê çavkaniyên mirovî de dewlemend e û civakeke me ya ciwan heye, ji ber vê yekê divê em veberhênan di ciwanên xwe de bikin û wan bigihînin, da ku bi bandortir beşdarî avakirina pêşerojeke geş bo welatê me bibin.”

Diyar kir jî: “Yek ji rêyên veberhênana li ser ciwanan û şiyanên wan, pêgehandina wan di warê zanistî û akademî de ye, ji ber vê yekê bi vekirina her zanîngeheke astbilind re, hêviya me

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanyayê li Hewlêrê, bandor û beşdariya wê di warê pêgehandina pispor û şarezayan de diyar dibe. Em ê rol û pêgeha derçûyên vê zanîngehê di proseya geşbûn û geşepêdana welat de bibînin.”

Amaje bi wê jî kir, “Ji dema destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, min hest bi kêmasiyan kiriye ku di gelek waran de lêkolîn, agahî û daneyên rast li ber dest nînin, ji ber vê yekê di paşerojê de divê zanîngehên me bi me re hevkariyê bikin û bingehê hevkariya hevbeş bi zanîngehên biyanî û navendên zanistî yên pêşketî re deynin ku lêkolînên hevbeş di warên curbicur ên pêwîst de wek çandinî, pîşesazî, aborî, av, jîngeh û keşûhewayê bikin. Zanîngehên Brîtanyayê di vî warî de xwedî ezmûnên gelek baş in û ev zanîngeh dikare bibe pirek baştir ji bo pêşdebirina di van waran de.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî li Akrê: Serkeftina hilbijartinan serkeftina Herêma Kurdistanê ye

MONDAY, 16 SEPTEMBER 2024 21:09:01

Akrê-KDP.info- Di çarçoveya serdana xwe ya bo navçeya Badînan de, îro Dûşema 16.09.2024 Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li Akrê ligel Liqa 9 a PDKê û berpirs û kadro û rêxistinên PDKê li sînorê Akrê û Berdereşê civiya.

 
Mesrûr Barzanî: Geşekirina zêdetir a Kurdistanê bernameya me ya niha û pêşerojê ye

MONDAY, 16 SEPTEMBER 2024 20:09:30

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasîmên danîna berê binyatê ji bo bendava Diwînê de li sinorê parêzgeha Hewlêrê ragehand, “Cihê bendava Diwînê ji bo vegirtina avê gelek guncayî ye û pêdaçûn ji bo dîzayna wê pirojeyê hatiye kirin, bi awayekî ku bandor li ser şûnwarên dîrokî yên wê deverê nebe û hem jî bi rêjeyeke zêdetir avê vegire.”

 
Nêçîrvan Barzanî: Şanoya “Destana Kurdistan” çîroka miletekî ye ku xwe netewandiye

SATURDAY, 14 SEPTEMBER 2024 15:09:12

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku peyama şanoya Destana Kurdistanê çîroka miletekî ye ku xwe netewandiye.

 
Dewletbûna Kurdistanê misoger dibe!

FRIDAY, 13 SEPTEMBER 2024 12:09:29

Bûbê Eser

 
Herêma Kurdistan û Îranê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên xwe kirin

THURSDAY, 12 SEPTEMBER 2024 18:09:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Pêncşema 12.09.2024ê li Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Mesûd Pizîşkiyan Serokomarê Îranê û şanda pê ra kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact