Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 11 SEP 2024 23:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: PDK ji bo rizgarî û xizmetkirina gelê Kurdistanê çê bûye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di bîranîna 78 saliya damezrandina PDKê de ragehand, “PDK ji bo rizgariya gelê Kurdistanê û xizmetkirina gelê Kurdistanê çê bûye, ji bo wê yekê hatiye damezrandin ku xelkê Kurdistanê serfiraz û parastî be.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Bi helkefta heftê û heşt saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li tevaya kadir û endam û alîgirên PDKê dikim. Ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemî tex û pêkhateyên Kurdistanê dikim û daxwaza serbilindî û xweşiyê jê re dikim.

Damezrandina PDKê li roja 16ê Tebaxa 1946ê bi rêbertiya Barzaniyê Nemir pêdivîtiyeke  dîrokî bû ji bo ji bo berdewamkirina xebat û xweragiriya gelê Kurd di wan demên dijwar de ku hemî neyar û dagirkerên Kurdistanê ew bû ku şoreş û azadîxwaziya gelê Kurdistanê serkut û binbir bikin. PDK her ji destpêka damezrandina xwe heta niha alavek bûye di destê xelkê Kurdistanê de ji bo bicihanîna armancên demokratî û niştîmanî û neteweyî yên gelê Kurdistanê.

Ez di salvegera heftê û heştê ya damezrandina PDKê de tekez dikim ku, PDK ji bo rizgariya gelê Kurdistanê û xizmetkirina Kurdistanê çê bûye, ji bo wê yekê hatiye damezrandin ku xelkê Kurdistanê serfiraz bin û doza rewa ya gelê Kurdistanê herdem parastî û bihêz be, lewma divê hemî partî li astê meziniya dîrokî û qurbanîdana partiya xwe û xwîna şehîdan bin û erkê xwe bi baştirîn awa bi cih bînin, ku xizmetkirin û bihêzkirina Kurdistanê ye. hemî alî bi dost û neyarên gelê Kurdistanê ve wê rastiyê dizanin ku PDK çend bihêz be, ew qas jî Kurdistan bihêz e.

 

Mesûd Barzanî

16ê Tebaxa 2024ê”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê doza Kurdistanê gihand cîhanê

WEDNESDAY, 11 SEPTEMBER 2024 20:09:41

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî got: “Me îradeya Şoreşa Îlonê wergirtiye û heta em sax bin jî ew îrade dê bimîne.” Herwiha got: “Em Şoreşa Îlonê li ser Çiyayê Sefînê bibîr tînin ku di dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê de, alayeke bilind e.”

 
Serok Barzanî li Duhokê: Me dîrokeke dewlemend heye

WEDNESDAY, 11 SEPTEMBER 2024 18:09:06

Duhok-KDP.info- Serok Barzanî li nav çalakiya şanoya Dastana Kurdistanê de li Duhokê gotarek dixwîne û tê de amajeyê dide, “Me dîrokeke dewlemend heye.”

Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlonê dengê zelal ê azadîxwazan û doza rewa ya gelê Kurdistanê bû

WEDNESDAY, 11 SEPTEMBER 2024 18:09:24

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşema 11.09.2024a bi helkefta salvegera 63ê ya serhildana şoreşa Îlonê ya mezin peyamek parve kir û tê de got, “

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşekî niştimanî, seranserî û pir alî ya Kurdistanê bû

WEDNESDAY, 11 SEPTEMBER 2024 18:09:06

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 63yemîn salvegera şoreşa Îlonê de peyamek belav kir û di wê peyamê de ragihand, şoreşa Îlonê şoreşekî niştimanî, seranserî û pir alî ya Kurdistanê bû.

Mesrûr Barzanî û Balyoza Kanadayê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

TUESDAY, 10 SEPTEMBER 2024 19:09:15

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Kanadayê li Îraqê kir û di wê hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên dualî hatin gotbêjkirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact