Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 APR 2025 08:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Berdevkê PDKê daxuyaniyek belav kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser destnîşankirina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û dabeşkirina kursiyên îdarî li wî Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Berdevkê PDKê wiha ye:

“Derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de, piştî ragihandina encamên hilbijartinên Kerkûkê, têbîniya me hebûn ku ew encam îradeya rastîn a xelkê Kerkûkê nîşan nade. Lê ji ber berjewendiya giştî ya xelkê Kerkûkê û bi berçavgirtina rewşa bajêr û hemû proseya siyasî, me çavên xwe girtin. Lê ji wê demê ve heta niha, gelek hewl hatine dayîn ku li Kerkûkê bigihin çareseriyeke guncayî, ji ber ku rewşa Kerkûkê rewşeke awarte ye û divê çareserî jî çareseriyeke awarte be ku xizmeta vejîn, aramî û xweşguzariya xelkê bajêr bike.

Di dirêjahiya wan hewlên ligel aliyên Ereb û Tirkmen ku hatine kirin. Di civîna dawî ya roja 04.08.2024an ligel Serok Barzanî ku bi amadebûna hemû nûnerên Ereb û Tirkmenan pêk hat, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku çareserî li ser rêzgirtin ji mafên hemû pêkhateyên Kerkûkê û di çarçoveya lihevkirina niştimanî de be û hemû alî li ser wê hevbîr bûn ku ezmûnên berê dubare nebin û nerîna cenabê Serok Barzanî jî ew bû ku parêzgarekî Kurd û bêalî were destnîşankirin, ku ji aliyê hemû partiyên serketî ve bê pejirandin.

Di berdewamiya gotûbêjan de li ser wê yekê lihevkirin hate kirin ku Parêzgarê Kerkûkê sê alî be. Her aliyek daxwaz dikir ku yekem car parêzgar ji pêkhateya wan be, lê cenabe Serok jî tekez kir ku pêwîst e yekem kert parêzgar Kurd be. Serok Barzanî herwiha daxwaz ji wan kir ku eger ne razî ne bi mercê ku cara yekem parêzgar kurdekî bêalî be, dikarin biçin ligel YNKê rêkeftinê bikin. Lê wan hemûyan red kir ku bi YNKê re li ser destnîşankirina parêzgar li hev bikin. Piştre çend civînên din jî hatin kirin. Tevî ku hejmara yasayî ji bo destnîşankirina parêzgar hertim temam bû, lê rola hewldan û navbeynkariya birêz Sûdanî hat berçavgirtin, ji ber ku doz di destê wî de bû û wî hewlên mezin dabûn bo komkirina aliyan û gihîştina çareseriyeke guncayî ji bo Kerkûkê.

Tiştê ku roja 10ê Tebaxê li hotêla Reşîd a Bexdayê ji bo destnîşankirina Parêzgar û hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê hatiye kirin, bêyî agahdarkirina hemû aliyan û nebûna nûnerên Tirkmen, hinek Ereb û PDKê bûye, ji ber wê jî ne yasayî ye, kêşe heye û ne dirust e. Tiştê hatî kirin ne çareseriyeke guncayî ye ji bo derbaskirina kêşeyên Kerkûkê.

Çareserkirin û nehîştina kêşeyên wî bajarî û dermankirina êş û azarên xelkê Kerkûkê bi muzayede, hest û lîstikên siyasî nayê kirin. Çareserî ne yekdestdarî û ne hewla perawîzxistina aliyan e û divê her kes bi niyazpakî û ji bo xizmetkirina xelkê beşdarî birêvebirina Kerkûkê bibe.

Mehmûd Mihemed

Berdevkê PDKê

12.08.2024”




Nûçeyên din

Serok Barzanî serexweşiyê li Dr.Berhem Salih dike

TUESDAY, 01 APRIL 2025 22:04:29

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 1ê Nîsana 2025ê) Serok Barzanî bi rêya tilefonê serexweşiyê li Serokkomarê Îraqê yê berê dike, ji ber koça dawiyê ya birayê wî.

 
Mesrûr Barzanî Cejna Akîtoyê pîroz dike

TUESDAY, 01 APRIL 2025 13:04:31

Hewlêr-KDP.info:  îro 1ê Nîsanê, Mesrûr Barzanî  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê,  postek li hejmara xwe ya tora civakî belav kir û  bi boneya hatina Cejna Akîto, pîrozbahî li welatiyên Kildan, Aşûrî û Siryanî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

 
Nêçîrvan Barzanî cejna Ekîtoyê pîroz dike

TUESDAY, 01 APRIL 2025 12:04:51

Hewlêr-KDP.info:  îro 1ê Nîsanê , Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peyamek bi bi boneya Cejna Akîto belav kir û tê de got: em pêgîriya xwe ya ji bo parastina maf û azadiyan û pêşxistina çanda pirrengî, bihevrejiyana aştiyane, lêborîn û qebûlkirina hevdu di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê de tekez dikin.

 
Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina her du partiyên komunîst ên Iraq û Kurdistanê pîroz dike

MONDAY, 31 MARCH 2025 22:03:44

Hewlêr-KDP.info: îro 31ê Adarê  Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdisatanê bi boneya 91 saliya damezrandina her du partiyan peyamek pêşkêşî Sekreter û endamên Komîteya Navendî ya her du partiyan kir.

 
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Remezana pîroz

SATURDAY, 29 MARCH 2025 20:03:13

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî, bi boneyê cejna Remezanê peyamak belav kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact