Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 15 JAN 2025 09:33 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Divê PKK û hêzên din ên neyasayê ji Şingalê derkevin da ku aramî û jiyan vegerin Şingalê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barazanî ragihand, divê PKK û hêzên din ên neyasayê ji Şingalê derkevin da ku aramî û ewlehî û jiyan û hêvî vegerin Şingalê.

Ji bo 10emîn salvegera komkujiya Şingalê li Zanîngeha Kurdistan a li Hewlêrê merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li merasîmê axivî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Ez xwişk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikim ku em dê hertim piştgiriyê bidin wan û mafên wan biparêzin.”

Nêçîrvan Barzanî bi bîr anî ku “Komkujiya Şingalê yek ji sûcên herî xwînmij ên cîhanê ye” û got: “Em wan piştrast dikin, heta ku yekî revandî mabe jî em dê ji bo rizgarkirina wan bixebitin. Divê hemû civaka navneteweyî bixebite da ku ti carî sûcekî din ê wiha dubare nebe.”

Serokê Herêma Kurdistanê bi bîr anî ku DAIŞê Şingal wêran kiriye, bi sedhezaran Kurdên Êzidî ji warê xwe derketine û got: “Êşa vê komkujiyê ne 10 salan, heta hetayê nayê jibîrkirin. Divê xizmetkirina ji Şingalê re û rizgarkirina xelkê Êzidî karê me yê ewil be.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hinek pirsgirêkên li Şingalê û li pey çû:“Divê em hemû bi hev re bixebitin da ku Şingal nebe qurbaniya nakokiyên hêzên navçeyê. Divê Şingalî karê xwe bi xwe bikin û nebin dîlên hêzên derveyî sînor.”

Serokê Herêma Kurdistanê wiha domnad: “Divê PKK û hêzên din ên neyasayî ji Şingalê derkevin da ku hemû karibin asayiş, aramî û ewlehiyê vegerînin Şingalê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Êzidîtî û Êzidiyan jî wiha axivî:“Êzidîtî dînê jiyandostî, mirovdostî û hevqebûlkirinê ye. Pirsgirêka wê bi ti dîn û baweriyên din re nîne. Êzidî gelekî dixwazin bi kesên li derdora xwe de bi di nava aştî û xweşiyê de bijîn. Ji ber vê jî heta ku te bivê ji aştî, aramî û seqamgîriyê hez dikin.”

Nêçîrvan Barzanî got, “DAIŞê xwestiye bi qirkirina Êzidiyan dijminahiyê bixe nav pêkhateyên Kurdistanê.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî cejna Kakeyîyan pîroz kir

TUESDAY, 14 JANUARY 2025 18:01:08

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkeftina cejna Qewiltasê peyamek parve kir û tê de pîrozbahî li Kakeyîyên Kurdistanê û Îraq û her cihekî cîhanê kir.

Serok Barzanî: Ji bo karesat li ser Kurdên Rojava dûbare nebin, divê bibin yek

TUESDAY, 14 JANUARY 2025 18:01:03

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Kanada li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser dîroka wan êş û jan û bêbeşbûnê da ku li Sûriye li ser gelê Kurd

Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

MONDAY, 13 JANUARY 2025 17:01:53

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa hevnêrîn bûn li ser giringiya pabendbûna bi destûrê ji bo dabînkirina mafên hemû pêkhateyên Iraqê.

Nêçîrvan Barzanî û Ebadî li Bexdayê civiyan

MONDAY, 13 JANUARY 2025 17:01:26

Bexda-KDP.info- Îro Duşema 13.01.2025ê, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya Nasir re civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îraqê pêşhatên naçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 13 JANUARY 2025 17:01:02

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd re civiya û herdû aliyan pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact