Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 8 SEP 2024 05:05 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî bo Azerbaycanê hat vexwendin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna Konferansa Guherîna Keşhewayê ya Neteweyên Yekgirtî li Bakuyê, Paytexta Azerbaycanê, hat vexwendin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî îro Dûşema 22ê Tîrmehê pêşwazî li Balyozê Azerbaycanê li Iraqê Nasir Memmedov kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Azerbaycanê vexwandina fermî ya Serokê welatê xwe bo Nêçîrvan Barzanî, gihan Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê, ji bo beşdarî Konferansa Guhertina Keşûhewayê ya Neteweyên Yekgirtî (COP29) bibe ku di 11 ta 22 Mijdara îsal de li Bakuyê dê lidar bikeve.

Herdu aliyan pêşdebirina peywendiyên di navbera Azerbaycan û Iraq û Herêma Kurdistanê de, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.

Balyozê Azerbaycanê daxwaza welatê xwe ji bo berfirekirina peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bakuyê û hevdîtina wî ligel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev, rûpelek nû di peywendiyên welatê xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê vekir.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin

SATURDAY, 07 SEPTEMBER 2024 17:09:01

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”

Bi biryara Mesrûr Barzanî ziyandîtiyên bazara Qeyseriya Hewlêrê tên qerebûkirin

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:15

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di civîneke konferansî de ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pêncşemê careke din ji bo agahdarbûna ji karên nûjen kirina wê bazarê, serdana bazara Qeyseriya Hewlêrê kir.

Mesrûr Barzanî serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:32

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 05.09.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û li nêzîk de karên nûjenkirinê a bazarê kontrol kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:59

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.

Mesrûr Barzanî: Hewlêr paytexta pêkvejiyana ol û çandên cuda ye

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:20

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê dest pê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact