Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 8 SEP 2024 05:07 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

"Serok Barzanî bi xwe serperiştiya eniyên şer li Xwakurkê dikir"
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge û beşdarê şerê Xwakurkê sala 1988ê, Lîwa Mûsa Gerdî dibêje; Dastana Xwakurkê bi xwe serkeftinek mezin bû, Serok Barzanî ji aliyê siyasî û leşkerî ve serperiştiya wê dastanê dikir û her roj li meydana şer bû, ji ber ku hemû hêzên beşdar yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûn.

Lîwa Mûsa Gerdî berpirsê Eniya Başîkê û beşdarê şerê Xwakurkê ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Dastana Xwakurkê dastaneke dîrokî bû, dema ku ew şer destpê kir, miletê Kurd rastî bêhêviyeke mezin bibû. Wê demê em koçber bibûn û Serok Mesûd Barzanî li Îranê bû. Piştî şerê 8 salan di navbera Iraq û Îranê de, wisa dihat hizirkirin ku gelê me dê xwe radestî rejîma Îranê bike, lê bi alîkarî û çavdêriya Serok Barzanî, Dastana Xwakurkê destpê kir û serkeftinek mezin hat tomarkirin. Ew serkeftin, hem ji aliyê siyasî bû û hem jî ji aliyê serbazî ve, ku moraleke mezin da Pêşmerge û xelkê Kurdistanê. Ew kesên ku di salên 1975, 1976 û 1978an de çûne Îranê afirandine, lewma li Xwakurkê di bin serokatiya Serok Barzanî de şerekî baş li dijî rejîm û artêşa Iraqê hat kirin.”
Mûsa Gerdî wiha got: “Derbarê hêzên ku wê dastanê de beşdar bûn, yekemîn hêzên ku beşdarî Dastana Xewkurkê bûn, rêxistinên girêdayî Polîtbîroya PDKê û Baregeha Barzanî bûn, Hêza Barzanî jî beşdar bû û dastanê dest pê kir û zêdetirî mehekê dom kir, paşê hêzên şaxa 3 û 4 ên PDKê beşdar bûn, di serî de rêxistina Gorez û rêxistina Surdaş beşdar bûn û piştre jî Hêza Barzan û hêzên ser bi şaxên 3 û 4 beşdar bûn.”
Gerdî wiha jî got: “Derbarê danîna pilana şerê dastana Xwakurkê, Serok Barzanî her roj li eniyên şer amade bû, rêxistina me jî rastî êrişên kîmyayî dihat, lewma em du şevan çûn malên xwe û piştre vegeriyan eniyên şer. Di wê dastanê de me gelek destkeft bidest xistin. Me dest danî ser gelek çekan wan.”

Mûsa Gerdî wiha domand: “Ji aliyê siyasî ve jî bandora wê dastanê gelekî hebû û rewş guhert. Rejîma Îraqê dixwest ku Îran alîkariya wê bike û sînor li pêşiya me bigre, lê hêzên pêşmerge bi tena serê xwe û bi serpereştiya Serok Barzanî karîn şerê wan bikin û bi ser bikevin. Xelkê jî zanî ku çawa PDK hêzeke hertim dikeve rûyê dijminan. Di wê dastanê de birayekî min bi navê Uzêr bi giranî birîndar bû, ez bi xwe jî birîndar bûn.”
Dastana Xwakurkê di 19ê Tîrmeha 1988ê de bi serpereştiya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) destpê kir û zêdetirî mehekê berdewam kir. Ew dastan bi serkeftina Pêşmerge bidawî hat.

Dastana Xewkurkê di 19ê Tîrmeha 1988ê de bi serpereştiya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dest pê kir û zêdetirî mehekê berdewam kir.

 

 

 

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin

SATURDAY, 07 SEPTEMBER 2024 17:09:01

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”

Bi biryara Mesrûr Barzanî ziyandîtiyên bazara Qeyseriya Hewlêrê tên qerebûkirin

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:15

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di civîneke konferansî de ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pêncşemê careke din ji bo agahdarbûna ji karên nûjen kirina wê bazarê, serdana bazara Qeyseriya Hewlêrê kir.

Mesrûr Barzanî serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:32

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 05.09.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û li nêzîk de karên nûjenkirinê a bazarê kontrol kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:59

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.

Mesrûr Barzanî: Hewlêr paytexta pêkvejiyana ol û çandên cuda ye

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:20

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê dest pê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact