Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 8 SEP 2024 04:58 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Encûmena Asayîşa Kurdistanê: PKK bi bername bizavê ji bo terorkirina xelkê Herêma Kurdistanê dike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê radigehîne, “Koma têkder a PKKê ji ber bomba çandî otombîla berpirsekî pilebilind ê hizbî li bajarê Kelarê kir armanc.”

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro Sêşema 16.07.2024 ragihandinek parve kir û tê de hatiye, “Ev demek e koma têkder a PKKê bi awayekî bernamekirî bizavê ji bo terorkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û kadir û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike, bi karên xwe yên şerxwazane zirarê digehînin ser û malên welatiyên Herêma Kurdistanê.”

Tekesta ragihandina Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê:

“Ev demek e koma têkder a PKKê bi awayekî bernamekirî bizavê ji bo terorkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û kadir û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike, bi karên xwe yên şerxwazane zirarê digehînin ser û malên welatiyên Herêma Kurdistanê.

Di dawî kiryara wê ya şerxwazane de li roja 15.07.2024ê bi rêya bomba çandî otombîla berpirsekî pilebilind ê hizbî li bajarê Kelarê kir armanc.

Wê koma têkder di dema sê salên borî de gelek welatî û endamên hêzên bergiriyê li Kurdistanê kirine armanc, ku hejmareke wan şehîd bûn û herwesa di hejmareke karên xwe yên têkderane de serkeftî nebûn û hatin pûçkirin.

Ew kom bi wê yekê jî ranewestiya, belkî bi şewitandina cihên giştî û sûk û molan li Herêma Kurdistanê û deverên din kîna xwe darêt û bû sedema gehandina zirarê ji bo kedkar û welatiyên xweşevî yên Herêma Kurdistanê.

Ew kom bûye alavek ji bo bazirganîkirin û belavkirina madeyên hişber û karên neqanûnî li deverê û li ser astê navdewletî.

Ev zêdegaviya koma têkder a PKKê pêşeroja deverê dixe ber metirsiya navçeyî û navdewletî û rengvedanên nerênî û nexwastî li dû xwe tîne, berdewamkirina wan kiryaran bê bersivê nabe û serkirdetiya wê komê ji her encamp û rengvedanekê berpirs e.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê

16ê Tîrmeha 2024ê”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin

SATURDAY, 07 SEPTEMBER 2024 17:09:01

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”

Bi biryara Mesrûr Barzanî ziyandîtiyên bazara Qeyseriya Hewlêrê tên qerebûkirin

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:15

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di civîneke konferansî de ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pêncşemê careke din ji bo agahdarbûna ji karên nûjen kirina wê bazarê, serdana bazara Qeyseriya Hewlêrê kir.

Mesrûr Barzanî serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:32

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 05.09.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û li nêzîk de karên nûjenkirinê a bazarê kontrol kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:59

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.

Mesrûr Barzanî: Hewlêr paytexta pêkvejiyana ol û çandên cuda ye

THURSDAY, 05 SEPTEMBER 2024 19:09:20

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê dest pê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact