Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 18 OCT 2024 09:39 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Berpirsê PDKê li Germiyan: Teqandina otomobîla min kiryarekî terorîstî bû û kesên şaraza kirine
| KDP.info


Germiyan-KDP.info- Berpirsê Şaxa Germiyanê ya PDKê zanyarî derbarê teqandina otomobîla xwe de aşkera kirin û got; ew karekî terorîstiye û çavdêrî hatiye kirin. Tekez kir ku ew kar ji aliyê kesên şaraza ve hatiye kirin.

Îro Duşema 15.07.2024ê berpirsê Şaxa 22 ya PDKê li Germiyanê Ekrem Salih di kongreyeke rojnamevanî de got: ‘’Hemû amaje wê yekê nîşan didin ku çavdêriya min hatiye kirin, berê otomobîla min li malê bû, ajokarê min anîbû derve û nêzîkî çarêkekî li derve bû, piştî ez li otomobîlê siwar bûm û otomobîl rêveçû hat teqandin.

Hrewaha got: ‘’Gumana min heye bi rêya kontrolê ji dûrve çavdêrî li min hatibe kirin, otomobîl bi wî awayî hatibe teqandin. Otomobîla min hemû şewitî, lê bi keyfxweşî ez bixwe selamet im û hin ji wan Pêşmergeyên li gel min bi sivikî birîndar in.

Berpirsê Şaxa Germiyanê ya PDKê ragihand: ‘’Guman heye ev kiryarekî terorîstî be, ji ber ti pirsgirêka min li gel ti kesekî nebûye, ji bo wê jî daxwaz ji saziyên sînorê me dikim, li polîs û asayîşê ku lêkolîneke hûr li ser vê bûyerê bikin. Em li vî sînorî ne û asayîşa navçeya me di dest wan hêzên ewlehiyê de ne.’’

Ekrem Salih got; ‘’Eger bi çend çirkeyekî me xwe rizgar nekiriba, em hemû dê nav otomobîlê de şewitîban. Kiryarên waha bi xelkê neşaraza nayê kirin, kiryarekî mezin bû û bombe di bin wî cîhî de hatibû danîn ku ez bixwe lê rûniştibûm.’’

Herwaha got jî: ‘’Me ti daxuyanî nedane û cureya teqînê dê her tiştî nîşan bide, gelo grubek li pişt wê bûyerê ye yan na, em ti kesî tometbar nakin û dê encamên lêkolînê her tiştî aşkera bikin.’’




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Emê proseya yekxistina Hêzên Pêşmerge biser bixin

THURSDAY, 17 OCTOBER 2024 14:10:10

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di merasîma 29emîn Xuleya Perwerdeya leşkerî ya li Zaxoyê de got: “Pêşmerge ji bo parastina doza welatiyên xwe, ji bo azadî û rûmeta Kurdistanê ti carî serî li ber dijmin neçemandiye.”

 
Mesrûr Barzanî: Rêya Berdereş – Xebat dê bandorê li ser tevgera bazirganiyê li navçeyê bike

THURSDAY, 17 OCTOBER 2024 13:10:45

Berdereş-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rêya dualî ya Berdereş – Xebatê danî, ku dê zêdetirî 80 milyar dînaran ve bê cîhbicîhkirin. Mesrûr Barzanî li wir got, rêya dûalî ya Berdereş – Xebat dê bandorê li ser tevgera bazirganiyê li navçeyê bike.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Tirkiyê civiyan

WEDNESDAY, 16 OCTOBER 2024 19:10:06

Enqere-KDP.info- Îro Çarşema 16.10.2024ê li Enqereyê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 16 OCTOBER 2024 19:10:07

Enqere-KDP.info- Di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya li Tirkiyê, îro Çarşema 16.10.2024ê li Enqereyê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan civiyan.

 
Bangeşe çawa derbas bû, dengdan dê çawa be?

TUESDAY, 15 OCTOBER 2024 22:10:05

Dr. Salar Osman

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact