Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 18 OCT 2024 09:41 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî tevlî merasîma Roja Niştîmanî ya Fransayê bû
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî, Konsulxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê Roja Niştîmanî ya Fransayê tê bibîranîn.

Ev merasîm ji bo sala sêyê li ser hev bi amadebûna Serok Barzanî li bajarê Hewlêrê hat kirin, ku di çarçoveya wê de gotarek pêşkêş kir û tê de tekez li ser dostîniya dîrokî û peywendiya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê kir.

Li Her sal li roja 14ê Tîrmeha hemî salanTîrmehê ew bîranîn li Fransayê û nûnerîtiyên diplomatîk ên wî welatî li cîhanê tê kirin, bi helkeftina Roja Niştîmanî ya Fransayê. Her wekî welatên din, Fransa li Hewlêrê jî wê bîranînê pîroz dike.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem jî ji aliyê xwe ve gotarek pêşkêş kir û tê de bixêrhatina Serok Barzanî kir û dilxweşiya xwe ji bo berdewamiya hevparî û peywendiyên welatê xwe û Herêma Kurdistanê diyar kir. Herwesa amaje da hevahengiya Fransayê û hêza Pêşmergeyan di rûbirûbûna rêkxistina teroristî ya DAIŞê de û silav û rêz ji bo Pêşmergeyan û serbazên Fransayê şandin ku bi hev re xebat kir.

Yan Brem herwesa got, “Ev ji bo dema heşt mehan e ku ez wekî Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê kar dikim, min hest bi dostîniya bihêz a navbera gelê Fransayê û Kurdan de kir, di hemî warên siyasî, ewlehî, keltûrî, perwerdeyî û zanistî de.”

Navbirî di derheqa çalakiyên îsal de jî amaje da, “Li meha Îlona bê forma aborî ya Herêma Kurdistanê û Fransayê ji bo mukomkirina peywendiyên navbera kompaniyên her du welatan tê kirin. Herwesa Peymangeha Fransayî li Hewlêrê bernameyên xwe nû dike û li piraniya deveran çalakiyan dike.” Eşkere jî kir, “Îsal bîranîna 100 saliya bûna Danielle Miteran jî li Hewlêrê tê kirin.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Emê proseya yekxistina Hêzên Pêşmerge biser bixin

THURSDAY, 17 OCTOBER 2024 14:10:10

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di merasîma 29emîn Xuleya Perwerdeya leşkerî ya li Zaxoyê de got: “Pêşmerge ji bo parastina doza welatiyên xwe, ji bo azadî û rûmeta Kurdistanê ti carî serî li ber dijmin neçemandiye.”

 
Mesrûr Barzanî: Rêya Berdereş – Xebat dê bandorê li ser tevgera bazirganiyê li navçeyê bike

THURSDAY, 17 OCTOBER 2024 13:10:45

Berdereş-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rêya dualî ya Berdereş – Xebatê danî, ku dê zêdetirî 80 milyar dînaran ve bê cîhbicîhkirin. Mesrûr Barzanî li wir got, rêya dûalî ya Berdereş – Xebat dê bandorê li ser tevgera bazirganiyê li navçeyê bike.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Tirkiyê civiyan

WEDNESDAY, 16 OCTOBER 2024 19:10:06

Enqere-KDP.info- Îro Çarşema 16.10.2024ê li Enqereyê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 16 OCTOBER 2024 19:10:07

Enqere-KDP.info- Di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya li Tirkiyê, îro Çarşema 16.10.2024ê li Enqereyê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan civiyan.

 
Bangeşe çawa derbas bû, dengdan dê çawa be?

TUESDAY, 15 OCTOBER 2024 22:10:05

Dr. Salar Osman

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact